Ji bo fînansekirina bernameya alîkariya girtiyên li Başûrê Afrîkayê, hucreya serokê dîrokî yê welêt a Nelson Mandela ji bo şevekê derket ber firotinê.
Tevgera bi navê CEO Sleepoût hucreya Mandela yê ku li dijî rejîma Apartheîdê şer kiribû, ji bo şevekê derxist ber firotinê.
CEO Sleepoût diyar kir, kesê ku mîktara herî zêde bidin, ew ê di vê hucreyê de ya ku Mandela tê de 17 salan mabû, şevekê bimîne.”
Hucre li ser girava Robben Islanê ya nêzî bajarê Capê ye. Yekemîn serokkomarê reşik ê Efrîkaya Başûr Mandela di vê hucreyê de mabû. Ev girtîgeh piştre kete lîsteya mîrateya cîhanê ya ÛNESCO’yê û salane 300 hezar kes tên serdana vê hucreyê.
Dahat wê ji bo girtiyan bê bikaranîn
Tevgera CEO Sleeopûtê berê jî ji bo alîkariya hêjaran, cihên balkêş bi kirê dabûn milyarderan.
Tevgera CEO Sleepoûtê ew ê ji bo rojbûna 100’emîn a Nelson Mandela hucreya wî di 18’ê Tîrmehê de ji bo şevekê bifiroşe. Ji bo destpêkê ew ê 250 hezar dolar be û li ser înternetê ev mîktar zêde dibe. CEO Sleeopûtê diyar kir ku hinek kesan 300 hezar dolar jî dane. Ew ê encam di 16’ê Tîrmehê de were eşkerekirin.
Tevgera CEO Sleepûtê diyar kir ku ew ê dahata vê çalakiyê ji bo perwerdehiya girtiyên Efrîkaya Başûr were bikaranîn.
Weqfa Nelson Mandela jî ji AFP’ê re diyar kir ku eleqeya wan bi vê tiştê re tune û ew ê nebin berpirsyarê bikaranîna hucreyê.
JOHANNESBÛRG