
Çavkaniya Koşka Spî ya serokatiya Amerîkayê, daxuyand; civîna serokê Amerîka Barak Obama ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ne “dîplomatîk bû, weke daxuyanî û bersivên ku herdu lîderan di civîna çapemeniyê ya piştî civînê de, dan.” Hat ragihandin jî ku Obama û Malikî gelek babet gotûbêj kirin weke, tekezkirina parastina Amerîkiyan li Iraqê piştî vekişîna hêzên Amerîkî di dawiya îsal de, û daxuyaniyên ku Malikî dabûn derbarê “lêdana dijminan” di hundirê Iraqê de. Di vî alî de, hin berpirsên Amerîkî dilgiraniya xwe nîşan dabûn ku Sunniyên Iraqê piştî çûyîna Amerîkiyan rastî lêdan û êrîşan bên.
Herwiha Obama ligel Malikî qala hinek agahiyan kir ku pêwendiyên Malikî yên ligel Îranê bihêztir in ji tiştê ku ew dibêje, û şiyana Malikî ya rawestandina lîderê Şîî û serokê Şepêla Sedir Muqteda El-Sedir, yê ku gefa kuştina Amerîkiyên ku li Iraqê bimînin kiribû, û li ser hebûna “hevbendiyeke nehênî” di navbera Malikî û El-Sedir de ku mezhebê Şî`e wan bi hev ve girêdide.
Çavkaniyê dîsa got ku gotina “cudahiyeke tektîkî” ku Obama di civîna çapemeniyê de bikar anî di wesifkirina cudahiyê di navbera herdu lîderan de derbarê rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed, gotineke “siyasî” bû; ji ber ku Obama di nava gengeşeya li ser Sûriyê de zext li Malikî kir û jê re got, ew fêm nake ji ber çi Malikî naxwaze zextan li Esed bike, ku lîderekî zordar e û ne kêmtirî serokê Iraq yê berê Sedam Husên e, ku Malikî di dema wî de rastî azarên mezin hatibû?
Çavkaniyê tekez kir ku Obama dubare kir ewê “bi xurtî Amerîkiyan li Iraqê biparêze”, û ev amajeyek bû bo hezarên dîplomatkaran li balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê, ku balyozxaneya herî mezin e li dinyayê, û herwiha, îşaretek bû bo hezarên karsazên Amerîkî yên ku dê li Iraqê bimînin. Hinek agahî ji ser zarê Malikî hatibûn ragihandin ku ew dê parastina karsazên Amerîkî û şîrketên Amerîkî di Navçeya Kesk a Bexdayê de li situyê xwe negire, û ew dê wê navçeyê jinav bibe.
Herwiha, çavkaniya Amerîkî diyar kir ku Obama pirsî li ser şiyana Malikî ya parastina lîder û endamên partiya Beesê, û tevî ku Obama berevaniya tomara partiya Beesê di dema Sedam de nekir, lê got ku Baas di bin sîbera demokrasiya nû de li Iraqê, divê bikare bi azadî raya xwe derbibire û rêzên xwe rêkbixe û tevî hilibjartinan bibe û divê piraniya Şîî mafên wê partiyê binpê nekin.
Hinek rojnamevanan pirs kirin derbarê “rastiya dahatûya pêwendiyan” di navbera Iraq û Amerîkayê de û gotin ku daxuyaniyên fermî nemaze ji aliyê Koşka Spî “gulgulî” dixuyin û hinek daxuyaniyên girêdayî Malikî “tirsdar dixuyin.”
WASHINGTON