Liv û tevgereke xeter û pirr bi tehlûke li Başûrê Kûrdistanê heye, piştî êrişên li dijî Êzîdiyên Şengalê bi destê PDK û Arteşa Tirk li Başurê Kûrdistanê di destpêka Adarê de û jê û bi şûn ve êdî bi demê re plana sereke zelal dibe. Hin rojnamevanan, saziyên çapemeniyê û çavkaniyên PDK´ê hîç venaşêrin ku ev şer, şerê parastina berjwendiyên aboriya dualî ya AKP û PDK´ê, şerê bi wekalet li hemberî PKK´ê li Başûr e û avakirina “Pêşmergeyên Rojava” jî bi tenê şanogeriyeke rewakirina vî şerî û veşartina rastiyan e ku qaşo, ê wan jî mafê wan e ku vegerin Rojava tevî ku pirranî wan ne ji Rojava ne û heta pirraniya wan ne Kurd in, êdî zelal dibe ku di rastiyê de hêzên PDK´ê û areteşa Tirk in û dixwestin di bin vî navî de sînorê navbera Rojava û Başûr li Şengalê kontrol bikin û ji bo têkbirina destketiyên Rojava derbasî axa Rojava bibin, bi kinasî piştî dagirkirina Başûr bi destê artêşa Tirk, wê derbasî Rojava jî bibûna. Di heman demê de ji aliyê Minbicê ve heman hewldan kirin, lê ev hewldan jî bi ser neketin.
Niha jî PDK mîna 31´ê Tebaxa 1996´an çawa arteşa Iraqê dema rejîma Baas anî ser hêzên YNK´ê û ji Hewlêrê ew derxistin, niha jî bi heman rengî hemû îradeya xwe teslîmî artêşa Tirk û AKP´ê kiriye, bi sewqiyata serbaziya zêdetir li hemberî wargeha Mexmûrê, Şengal û herêmên Parastina Medya bi taybetî jî Sîdekanê dest bi amadekariya şerêkî mezin dike.
Li herêma di bin kontrola PDK´ê de bi tevahî însiyatîf ketiye destê AKP´ê û artêşa Tirk êdî ji 13 qereqolên serbazî ku ji sala 1992´yan û bi şûn ve ava kirin û her sal bi taybetî di pêvajoya desthilatdariya AKP´ê de hatin zêdekirin û bi çekên giran hatin dagirtin, êdî ji qereqolên xwe derdikevin û wer xuya dike ku amadekariya şerekî mezin tê kirin. Rojnamevanên ku wêne û dîmenên van hêzan û liv û tevgera wan digirin, ji aliyê asayîşa PDK´ê ve tên girtin.
Gelo PDK hatiye neçarkirin vî şerî bike? Dema mirov li rewşa Başûr ya xetimandî binêrê, hêzên din her çi qasî ne xwedî alternatîf bin, lê hem ew û hem beşeke mezin ji civakê pêşiya serdestî û siyaseta PDK´ê asteng in ku dixwazin weke Tirkiyeyê sîstema serokatiyê ava bikin û vê carê jî bi fermî hemû sîstemê bixin bin kontrola xwe ku niha bi rengekî talan û dagirker kontrol kirine, li aliyekî din, bi bin ketina siyaseta PDK´ê li dijî Rojava û Êzîdiyan, êdî tenê berjwendiya xwe bi vî şerê wekaletê ve girêdaye û hem jî raste rast di kêleka dewleta Tirk de dibîne û ew jî êdî bi şerê raste rast li hemberî PKK´ê.
PDK piştî 3´yê Tebaxa 2014´an êdî ne cihê baweriya li ba Êzîdiyan û bi taybet jî bi êrişa dawî ya ser Xanesorê zêdetir bandora xwe li ser Êzîdiyan ji dest dide. Mîna berê nikarê gotineke ji bo rewakirina vî şerê ji devê zanayên olî yên Êzidyan bigire. PDK li Bexadayê jî di rewşa herî lawaz de ye. Dibe ku bîrên petrolê yên PDK kontrol dike jê re hatinên maddî û fînansê bi xwe re anîbin, lê ev ji bo li ser piyan mayîna PDK´ê bes nîne, PDK bi tiştên di nava 2 mehên dawî de kiriye, bi tavahî qedera xwe bi AKP´ê ve girêdaye û di nava şaşîtiyeke dîrokî de ye, heta ev di asta xiyanetê de ye. AKP ye ku niha di qada navneteweyî de êdî nayê xwestin, civîn û çalakiyên wan ji bo referandûmê li pirr welatên Ewrûpayê tê astengkirin û îşaretên wê yekê ku AKP û Erdogan wê li qada navneteweyî weke ku nayên qebûlkirin û ji çav tên derxistin, her roj zêde dibin. Bûyerên li Awusturiya, Holenda, Danîmarka, Swêd û Elmanyayê li ser bi fermî qedexekirina civîn û çalakî û heta astengkirina berpirsiyar, konsolos û wezîrên AKP´yî, ne bûyerên ji rêzê ne û pêvajoya ji çavderxistina AKP´ê nîşan didin di siyaseta navneteweyî de jî. Em ji bîr nekin ji bo cara yekemîn neteweyên Yekbûyî bi weşandina rapora li ser windahiyên şerê AKP li Bakûrê Kûrdistanê bi taybet windahiyên sivîl li Amed û Şirnexê êdî wer xuya dike wê Referandûm qonaxeke gelekî dijwar be ji bo AKP´ê û heta qonaxa ku êdî barê AKP´ê ji wê zêdetir nayê rakirin û dema avêtina wê hatiye. Wer xuya dike Ewrûpa jî ji bo referandûmê dibêjê “Na”.
Di atmosfereke wisa de sewqiyeta serbazî ya arteşa Tirk li hemberî herêmên Parastina Medya bi alîkariya PDK´ê, wê bi tevahî di warê serbazî û siyasî de pêvajoyeke nû bi xwe re bîne, tişta PDK li ser pê bihêlê ne şer e, lê wer xuya dike ku AKP´ê ji bilî tevlîbûna vî şerî pê ve ti rêya din jê re nehatiye hiştin. Ev şer û operasyon wê PDK lawaztir bike ji ber ku hêza ku PDK ji bo dijberiya tevgera azadiyê bi kar tîne, bi xwe li ber hilweşînê ye, wê çawa PDK´ê li ser piyan bigire?
Şer li ser axa Başûr dest pê bike, wê tenê nebe şerê li hemberê PKK´ê, ew ê bibe şerê li hemberî gelê Kurd hemûyî, cihgirtina PDK´ê di heman şerî de tê heman manayê. Niha pirs ew e, ka arteşa Tirk li ser pişta PDK´ê hat Başûr û şer dest pê bike, wê çawa vegerê? Arteşa Tirk wer xuya dike ji şer û operasyona Zap û Oremarê ders dernexistine.