Li Elmanyayê ciwan partiyên korona li dar dixin û ber bi kal û pîran ve dikuxin. Zilamekî Spanî benek bi bizinekê ve girêda û ew derxist gerê li dijî fermanên qedexeya derketina derve. Ji Fransa, Florîda heta bi Awusturalyayê yên ku firfirokan difirînin, xwendekarên zanîngehê û xelkê din li sahîl û peravan kom dibin. Ev hemû rengên liberrabûna qedexeyên ji ber şewbê ne. Vê serîrakirina li ber qedexeyan û şîretên pisporan kir ku gelek caran polîs dest werde. Rayedar jî hêrsa xwe îfade dikin, lewma ev hatina cem hev a girseyî dikare bibe sedem ku vîrus bi leztir vegire mirovan.
Wezîrê karê hundir ê Fransayê ji bo vê yekê got, “Hinek hene, xwe weke qehremankan dibînin gava ku ew qaîdeyan binpê dikin. Lê na bavo! Hûn kêmaqil in. Kêm aqilên ku herî zêde jî ji bo xwe tehlûke ne.”
Waliyê Florîdayê piştî ku dîmen belav bûn ku xelk hê jî diçe sahîl û perevan, hemû dan girtin. Doh jî li Sydneyê li Sahîla Bondî polîs dest werda qelebalixê; lewma êdî hejmara miriyên ji ber vîrusê ji 13 hezaran bihurî bû û bêhtirî 307 hezar kesan jî li dinyayê bi vê virusê ketine.
Waliyê New Yorkê, Andrew Cuomo jî ji wan kesan e ku aciz e ji wê yekê ku ciwan li gorî qaîdeyan tevnagerin. Li bajêr ji doh ve hatina cem hev a girseyan hatiye qedexekirin. Ji ber ku ciwan guh nadin qedexeyê wî got, “Hûn ne superman û superwoman in. Dibe ku hûn kesekî hûn jê hez dikin biêşînin, yan jî kesekî ku hîç elaqeya wî bi we nebe. Xwe jihevdûrgirtina civakî bi kêr tê û divê hûn li her derî vê bikin.”
FRANKFURT