Hêzên siyasî di navbera etnîka Ereb a Şiî û Sunnî de, Şiî jî di navberê xwe da li ser hêzên cuda yên Şiî parve bûne. Hin ji wan çavkaniya Bajarê Qumê Esas digrin û hin jî yên Necefê esas digirin. Yên Sunnî jî di navbera hêzên girêdayî Urdun , Qeter û Erebistan a Siudî da parve bûne û hêzên siaysî ya Wehabî û Zelefî, yên din jî girêdayî Haşimî ya Urdunê siyaset dikin.
Hêzên Kurd jî ji ber taybetmendiya pirgirêka Kurd a ku hîn nehatiye çareser kirin û xwe di meseleye made 140 ya taybet bi herêmên ku ji Kurdistanê hatine qut kirin, petrol, butçe, statuya herêmê û pêşmerge dibinin, hîn jî ji gotareke netewî derbas nekirine.
Tevahiya van hêzên deshilatdar û muxalefetê ji ne xwedî porjeyên demokratîkbûnê ne û zêde rengê civakê tûne ne. Her ku di siyasetê da bêçare dibin gefan li hevdû diken. Dema Malikî Serokwezîrê Îraqê bixwaze herêma Kurdistanê bixe neva tengasî hem hêza serbazî ya arteşê û hem jî budçeyê qut dike an bi hincetên ku piransî hêzên deshilatdar a Kurd nîşan didin, pereyan naşînê. Sê guman di çarçevaya konsepteke ku ser û binê xwe nîne herêmê Kurdistanê û Tirkiye her roj têkilî xurtir dikin û heya asta têkeliyên destek dayîna di kampanya hibijartinê jî çûye.
Têkiliya herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re û meseleya petrolê pirsgirêkeke din a ku di navberê hêzên siyasî yên Îraqê da mijara kêşmekêşa dema hilbijartinê ye. Di kelecana biryardayîna li ser hilbijartin miha Îlonê ya sala berê ya Perlemanê Kurdistanê da li ser hev rayedarên Tirk hatin herêma Kurdistanê destek dan PDK û Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ku di heman demê da Serokê PDK’ê ye. Di dema hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê û Bakurê Kudistanê de Mesûd Barzanî çû Amedê û Serokwezîrê Herêmê Nêçûr Barzanî çû Wanê û desteke bê encam dan AKP. Hilbijartineke kirine jî li herêma Kurdistanê nêzî 7 mehin lê hîn jî hikûmet nehatiye damezirandin.
Kurd li Baxdayê qaşo şirîkin û di navenda biryarê da ne. Lê di pêkanîn da hêza Kurd tune ye. Nûrî Malikî Serokwezîrê hemû Îraqê ye, lê ti biyarêke wî li herêma Kurdistanê derbas nabe, lê Îraq xistine bin bandorê siyaseta Îranê. Ev valatî di siyaseta hindûrîn da û nebûna hêzên demokratîk de rê ji êrîşên DAÎŞ vekiriye. Niha DAÎŞ tehdîda ber biçavin li ser hemû herêmê ye lê tehdîda herî mezin ev zihniyete.” Pirsgirêkan çareser neke û wan ji tevdanê hindûr û derve re bihîle”.
Di nava van gotarên ku dişibin hev de pîvanên demokrasiyê gelek qelsin û ya di meydanê bi tesîre hêze serbazî û aborî ye. Hêzên çep û demokrasîxwaz di vê hilbijartinê da di rewşeke qelis de ne. Di nava hin hêzên siyasî çi Ereb , çi Kurd hin kesayetî hene ku xwedî nêrînên demokratîkin. Lê ne di astekedane ku xwedî bandor bin. Yên xwe mîna muhalefet dibînê çi Kurd û çi Ereb zihniyeta wan bi yên desilatdar re tû cudahiyeke wê tune ye.
Ji 1 Nîsanê ve dest bi kampanyaya hilbijartin hatiye kirin, lê pirsa sereke ewe ka hêzên ku heya niha ti pirgirêk çareser ne kirne wê sozên çi bidin gel ?
Heya niha di encama hilbijartinên hatine kirin tiştek ji jiyana siyasî û civakî ya gel negheri ye, berovajî gel di nava pevçûn û nakokiyên etnîkî û mezhebî da hiştine. Vê yekê jî tesîreke mezin a neyinî li ser jiyana gel kiriye. Ji xwe jin û pirsgirêkên civakî di rojeva van hêzên siyasî da nebûye û nîne. Kotaya jinan li nava namzetan da ji sedî 25 e .Eeger ev kota nebe pir kêm deng diden jinan. Ji xwe di perlemana heyî da ne bûdçeya sala 2014’an hatiye erê kirin. 3 mehin piranî saziyên hikûmeta herêmê muçe negirtine û dihat xwestin qanuna caferî werê li derxstin ku zewaca zarokên keç daxstiye 9 salî. Ev rewş beranberî 2 hilbijartinan a Îraqê ye.
Hûnê çi sozê bidin gel?
Piştî sala 2003’an bi watayeke din piştî hilweşîna rejima Baas her 4 sal carêkî bê peşve xistin li Îraqê hilbijartina Perlemanê û Mecilsa Bajaran tên li derxstin. Tenê li her sê bajarên Başûrê Kuridstanê nebe ku ji 31 çile ya 2005’an şunde hilbijartina Mecilsa Bajaran û Parêzghan nehatiye lidarxstin.