Lîstikvana şanoyê Berfîn Emektar diyar kir ku di çalakiyeke bi vî rengî dîrokî de weke hunermendeke gel xwestiye cih bigire û wiha berdewam kir: “Ez ewil weke jin piştre jî weke hunermend wekî hebûna xwe dibînin. Em xwe bi wî re azad hîs dikin. Dema ku em hunera xwe pêk tînin jî ji felsefe û îdiolojiya wî îlhamê digirin. Çawa ku kes nikare pêşiya xwe bibine em weke hunermend jî nikarin pêşiya xwe bigirin û wekî kesekî ku tenê dikare pêşiya me ronî bike jî Rêberê xwe dibînin.
Derhêner Îbrahîm Yildirim jî wiha got: ““Em hemû Rêbertiyê wekî îradaye xwe dibînin ji bo îradeya xwe me dest bi çalakiyê kir. Em wekî hunermend dibêjin ku huner bêîrade nabe, heke em dixwazin hunera me pêş bikeve divê em ewil xwedî li îradeya xwe derkevin. Pêwîstiya vî gelî, hunerê û xwezayê bi îradeyê heye. Pêwîstiya hemû kesên cihanê bi îdeolojî û perspektîfa wî heye.”
DÎHA/AMED