
Jina ciwan a bi navê Evîn Hesen wek hunermendeke dengxweş a dengçiyayî tê pênasekirin. Evîn heta niha beşdarî gelek mîhrîcan û çalakiyên çandî bûye û gelek xelat wergirtine.
Evîn 16 salî ye û ji gundê Hesen e. Gundê wan 8 km dikeve rojavayê navçeya Raco. Malbata wê ji 5 kesan pêk tê. Evîn du astên zimanê Kurdî û dibistana navîn xwendine û niha endama Navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Mîra ya Raco ye. Diyar e Evîn jî wekî gelek zarokên kurd gelekî ji hest û lorînên dayika xwe bi bandor bûye. Bav, mam û xalên wê alîkariya wê kirine û wê bi vê alîkariya malbatî, li ser muzîkê xwe bi pêş xistiy. y
Di vê hevkariya malbatî de, bavê Evînê li amûra ‘kehawî’ dide, Evîn jî stranan dibêje. Jina ciwan di sala 2015’an de beşdarî mîhrîcana ku ji aliyê KPC-D’ê ve hatiye lidarxistin bûye, ji navçeya Raco ew bi ser ketiye û li ser asta kantonê tê xelatkirin.
Xelatan werdigire
Evîn di sala 2016’an de jî beşdarî mîhrîcana ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Kantonê ve hatiye lidarxistin bûye, di vê mîhrîcanê de ji ber serkeftina wê tê xelatkirin. Evîn tevî stranbêjiyê, ji bav û birayê xwe, fêrî tembûrê jî bûye, her wiha ji apê xwe Farûq û xalê xwe Îsmaîl jî fêrî nivîsandina helbestan bûye. Evînê aşkera kir ku 3 stranên bi navên ‘Evîna Min’ (helbestên apê wê Farûq û awaz Rêzan Bekir), ‘Naçe ji bîra min’ (helbest û awaz Rêzan Bekir) û ‘Warê me ye Rojava ye’ (helbestên xalê wê Îsmaîl û awazên Rêzan Bekir) e, ev 3 stran ji hêla Evînê ve hatine gotin.
Evîn got ku ew dixwaze bi alîkariya malbata xwe û Navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Mîra xwe bi pêş bixe û aşkera kir ku ew xwe di navbera xwendinê û hunera dengbêjiyê de koordîne dike.
EHMED REŞÎD / ANHA / EFRÎN