Zikra Humsî tevî ku astengdar e, wêneyan xêz dike, gelek tabloyên wê hene û beşdarî gelek pêşangehan bûye.
Zikra li bajarê Tebqayê xwendiye û gelekî serketî bûye, di 12 saliya xwe de dest bi wênexêziyê kiriye û bi tabloyên xwe beşdarî gelek pêşangehan bûye.
Ji ber zêhniyeta baviksalarî ku dibêje, pêdiviya jinê bi domandina xwendinê nîne ji ber ku ew ê mane, dawiya dawiyê, bizewiciya, Zikra nikarîbû xwendina xwe dewam bike.
Di 16 saliya xwe de Zikra bi nexweşiyekê dikeve, piştî salekê êdî nema dikarîbû tev bigere û salekê li malê ma.
Piştî 10 salan, diranên wê êşiyan û çû li ser doktor. Wê demê doktor jê dixwazin ku dermanên kîmawî nexwe û bi gihayan xwe derman bike.
Dema ku Zikra bi riya gîhayan xwe derman kir, rewşa wê baş bû û serdana Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bû. Zikra di beşê wênexêziyê de cih girt û beşdarî 4 pêşangehên li Tebqayê û Reqayê bû.
Piştre Zikra xwendina xwe domand û dibistana amadeyî bi dawî kir. Lê malbatê destûr neda ku biçe kolêja hunerê li zanîngeha Şamê bixwîne.
Dema ku çeteyên DAIŞ′ê bajarê Tebqayê dagir kir, gelek tabloyên wê teqandin.
Bi rizgarkirina bajarê Tebqayê re 10′ê Gulanê, hêviyên Zikra ji nûve şîn bûn û niha amadekariya projeyeke xêzkirina tabloyan dike.
ANHA/TEBQA