
Hunermend Hîvron di salên 1990’î de bi tesîra dayika xwe dest bi karê hunerê kiriye. Hîvron dide zanîn ku dema ku ew hîna zarok bû eleqeya wî bi karê muzîkê re hebû û wiha peyivî: “Li mala me birayên min li kasetên Xelîl Xemgîn, Ciwan Hoco û Birader guhdarî dikirin û vê yekê jî gelek tesîr li ser min kir. Wê bandorê ez bi muzîkê ve girêdam. Niha jî muzîk bûye parçeyek ji laşê min.”
‘Dengbêjî destpêka hunerê ye’
Hîvron li ser muzîk û çanda Kurd dibîje, bingeha wê berhemên Ehmedê Xanî, Baba Tahîrê Uryan û dengbêjên Kurd ên nemir in. Hîvron anî ziman ku pêwîst e hemû hunermendên Kurd baş pê zanibin ka çand û hunera Kurdî bi kîjan astengiyan gihaye vê astê û wiha axivî: “Têkoşerên Kurd û hunermendê mezin yên weke Alî Temel, Hozan Hogir, Serhed û Mizgîn li pişt xwe mîrasek hunerî hişt. Em weke hunermend heya dawiyê deyndarên hozanên xwe yên nemir in. Gelê Kurd di demên gelek zehmet re derbas bû. Di dîroka Kurdistanê de herdem çand û hunera kurd hatiye astengkirin. Lê belê bi saya serê Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û hunermendên mezin hatiye parastin. Mirov dikare bibêje Têkoşîna Gelê Kurd ji bo hunera Kurd bû destpêkek.”
‘Ji bo gel huner’
Hîvron bal kişand ser kesên ku bi hunerê re mijûl dibin û wiha pê de çû: "Demên borî hejmara stranbêjên Kurd ku bi hunerê re mijûl dibûn kêm bû. Lê niha ev hêjmar gelek zêde ye. Bes, hin kes bi rastî hunerê dikin an jî tiştekî din dikin, mirov pê nizane. Ji ber ku li gorî çanda me, an jî Kurdîtiya me hunerê nakin. Divê huner ji bo gel be ne ji bo dewletê. Ji bo hemû stranbêjan rêza min heye, lê divê ku stranbêj eslê xwe û ji ku hatine ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan, di vî warî de divê bi cih bînin."
'Tiştên biyanî têxin nava mûzîkê'
Hîvron kesên ku bi hunerê re mijûl dibin û hunera gelê xwe nakin, wiha rexne kir: "Gelek kes hene û ji xwe re dibêjin em hunermend an jî stranbêj in. Û dibêjin, em hunermendên Kurd in. Ev kes tiştên biyanî dixin nava hunera me. Erebî, Tirkî şerxî an jî ziman û çandên biyanî dixin di nava hunera me."
‘Em çanda xwe pêş bixin’
Hîvron diyar kir ku pêwîst e di hemû aliyan de çand û hunera Kurdî bi pêş bê xistin û wiha domand: "Mînak weke ku li Amedê Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn heye û perwerde tê dayin. Divê li hemû cihan dibistan û akademiyên muzîkê werin vekirin. Ji bo hemû neteweyan perwerde pirr girîng e. Divê em ne bi tenê bi ziman bi mejî jî karibin xwe bi pêş bixin. Felsefe, hunera Kurdî bixwînin û hemû tiştên ku di hunera Kurdî de qewimîne karibin bînîn ser ziman, wê gavê wê tiştekî gelekî baş derkeve holê."
‘Hevgirtina hunermendan’
Hunermend Hîvron got, gelek stranbêj û hunermendên Kurd hene ku pirr bi madiyatê ve girêdayî ne û pirr madiyatî difikirin. Ji bo ku mirov jiyana xwe bidomîne hin tişt girîng in. Lê malê dinê ne her tişt e. Hunermend Hîvron derbirî ku pêwist e li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwedî li çand û hunera Kurdî were derketin û hevgirtineke hunermedên Kurd hebe. Em bi her awayî beşdarbûna xwe ya her çar parçeyan û dewletên biyanî beşdariya xwe ji wan deran re jî bikin. Em yek bin û ji bo welatê xwe xebatê bidin meşandin. Gelê me hîn ne azad e, em miletekî bindest in ji bo vê jî divê em xebatên gelekî bi hêz bidin meşandin.
Êşên kurdan yên hatine kişandin
Hîvron êşên gelê Kurd kişandî jî bibîr xistin û wiha peyivî: "Gelê me gelekî zor û zehmetî kişandin dilê dayîkên me gelekî şewitî, mirov nikare wan tiştên hatî serê Kurdan bi peyvan bîne ziman". Hîvron got, karê ku dikeve ser milê wan, divê ew bi her alî ve pêk bînin, ne tenê di warê hunerê de.
‘Li derdora HDP’ê bibin xeleka agir’
Hîvron der barê hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha axivî: "Êdî gelê Tirkiyeyê jî bi polîtîkayên şer ên AKP’ê hisiyaye. Pêwîst e li hemû waran gelên demokratîk xwedî li sindoqên aştî û demokrasiya Tirkiyê derkeve. Li ser vê axê tenê şansê me yê aştiyê heye. Ji derveyî aştiyê em nikarin tiştekî din bikin. Divê gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê li derdora HDP’ê bibe xeleka ji agir.”
OMER ÎKE/ AMED