Hunermend ji bo xwedîderketina li Heskîfê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermendan got: “Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne çi ji destê me tê em ê bikin.”
Hewldana Jiyandina Heskîfê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi şîara “Ji bo Heskîfê ne dereng e” bi beşdariya gellek hunermendan konserek li dar xist. Hunermend Apolas Lermî, Alî Dogan Gonultaş, Cem Erdost Îlerî, Çîgdem Karaman, Çîgdem Ulku, Dogan Çelîk, Diljen Ronî, Dodan, Erkan Ogur, Îsmaîl Hakki Demîrcîoglu, Fungistanbul, Îlker Îsabetlî, Gerdunî, Seyr-î Cem, Luxus, Meltem Taşkiran, Merîh Aşkin, Musa Bakî, Mubîn Dunen, Pinar Aydinlar, Sema Moritz, Talebe û Taylan Yildiz konser li dar xistin. Bi stranên xwe piştevaniya xwe ji bo Heskîfê dan nîşandan. Gelek welatî jî beşdarî şevê bûn.
Heskîf cêwiya Xerbareşkê ye
Li ser navê Hewldana Jiyandina Heskîfê Nîlufer Perîhan Kurtoglu axivî û metna hevpar xwend. Kurtoglu behsa dîroka Heskîfê kir û got, Heskîf cêwiya Xerabreşkê ye. Kurtoglu bang li UNESCO kir ku demildest xwedî li Heskîfê derkeve û divê her UNESCO xemsariya xwe xera bike. Nîlufer Perîhan da zanîn ku bobelatek civakî li benda wan sekiniye û got: “Çi ji destê kê tê divê ji bo Heskîfê bike û bikeve nava tevgerê.”
Piştî axaftinê hunermend yek bi yek derketin ser dikê û ji bo Heskîfê hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermendan jî da zanîn ku ji bo Heskîfê hêj nederenge û pêwîste teslîmî rantê neyê kirin. n STENBOL