Di dema konê berxwedanê yê li gundê Zarêta Serxetê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê berdewam dikir bi hezaran welatî sînorê di navbera Rojava û Bakûr rakirin û ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ber xwe dide derbasî Rojava bibûn. Di nav hezaran kesên ji bo tevlî berxwedan Kobanê bibin sînor derbas kirin de 5 endamên Koma Hevî y7ên di bin banê Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê (UKSD) de xebatê xwe dimeşandin bi enstrumanên xwe yên muzîkê re tevlî YPG û YPJ'ê bûn. Rêveberê Komeleya Çandê yê Rihayê û Endamê Koma Hêvî yê niha li Rihayê berxwedana gelê Kurd û tercîha hevalên wî û hunera berxwedanê afirandî ji DÎHA'ê re vegot.

Rêveberê UKSD'ê Îbrahîm Kurt Koma Hêvî ya muzîk li şuna populîzmê li ser hunerê lêhurbû û di qada xwe de têkoşîn meşandin hedef girt pênaze kir û diyar kir ku piştî ji bo Rojava banga seferberiyê hate îlankirin biryara ji bo gel têkoşînê bikin girtin. Hunermedên Koma Hêvî ya Kurt pênaseya "Koma ji ciwanên dilê wan gelek mezin pêk dihat" kir Alî Kurt, Ozgur Karadag, Umut Îzol, Suat Berlîk û Salîh Kaya bi banga seferberiyê tevlî berxwedan gelê Rojava bûn. Kurt, anî ziman ku hunermed ji bo balê bikşînin ser êrîşên li dijî Kantona Kobanê di konê çalakiyê de derbasî Kobanê bûn û wiha got: "Her çiqas xebata me li ser çand û hunerê be jî li hemberî çeteyên bi pere yên êrîşê gelê me dikin şerkirin jî peywira me ye. Em Kurd in û di vê pêvajoyê de em dê guhdariya banga Rêber Apo bikin û bên cem gelê xwe û bi gelê xwe re çekê hilbigirin."

'Hunera şoreşê çêdikin'

Kurt, da zanîn ku bi hezaran ciwanên Kurd li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Kurd bêdeng neman û berê xwe dan Rojava û wiha axivî: "Koma Hêvî jî li hemberî çeteyên taşeroniya Îsraîl, Suudî Erebîstanê, Katar û Tirkiyeyê dikin li cem gelê xwe cih bigirin biryara tevlîbûnê girtin. Ev biryareke bi hûrmet mirov bejna xwe bitewîne. Ji xwe ji ber zilin û zordariyê çand û hunera şoreşa Kurdan çênebibû. Jiyana Kurdan a piranî ji şer û berxwedanê pêk tê muzîk, sînema û wêjeya xwe jî afirand."

'Destên tembûrê digirin çek jê tê'

Endama Koma Hêvî Dîlan Kurt jî diyar kir ku hevalên wê yên tevlî YPG'ê bûn çawa li vir xebatên xwe meşandin dê li wir jî bimeşînin û wiha got: "Ez bawerim destên tembûr Erbane digirin ji bo parastina gelê xwe çek girtin jî niha gelek xweşik jê tên.Ez wan pîroz dikim. Hevalên me derbasî Rojava bûn û di nava têkoşînê de cih digirin gelek girîng e. Hevalên me ji bo parastina Kurdistan û gel çûn."


ÎBRAHÎM POLAT/DÎHA/RIHA