Koma Şanoyê ya Hêviyekda ya Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi lîstika ‘Lêgerîna Heqîqetê’ derket pêşberî temaşevanan. Endamê Koordînasyona NÇHM’ê Bager Botan diyar kir ku di demeke wiha girîng de karên hunerî bipêşxistin gelekî girîng e û wiha got: “Di demeke wiha girîng de xwe birêxistinkirin şoreşa herî mezin e, şano jî wekî hemû xebatan di dîrokê de cihekî xwe yê pir girîng heye, ji bo wê jî em wek navenda çand û hunerê girîngiyê didin vê xebatê.”

Botan bal kişand ser hunermendên di qada huner û şanoyê de şehîd ketine jî û piştrast kir ku bi salan bi pêşkêşkirina şanoyê xwestine kul, êş û dîroka gelê xwe ji tevahiya cîhanê re vebêjin.

Botan got ku bêguman di vir de keda herî mezin a şehîdên e û wiha pê de çû: “Yên wekî Şanoger Hêvî û Yekta Herekol, ji xwe em tev dizanin ku şehîd Hêvî li wargeha Mexmûrê xebat kiriye û kedek pir mezin daye, em jî wek rêheval û şopdarên van hevalan soza şopandina doz û rêka wan didin.” Piştî axaftina Botan lîstika ‘Lêgerîna Heqîqetê’ ji aliyê Koma Şanoya Hêviyekda ve hat pêşkêşkirin. 


MEXMÛR