
CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS
Rejîma Îranê bi çêkirina bendavan hewl dide dîrok, çand, ziman û xaka Kurdistanê wêran bike, çawa ku dewleta Tirk jî bi heman rengî, çav berdaya talankirin û wêrankirina erdnîgariya Kurdistanê. Armanc jî ew e bi vî rengî hebûn û xwebûna Kurdan tine bikin. Hunermend Emîryanî jî li dijî vê yekê kesekî hestyar e ku bi hunera xwe li ber xwe dide û têdikoşe li dijî van siyasetên qirrker. Ew dibêje, rejîma Îran bi çêkirina bendava Zemkan û Daryanê çand, şopên dîrokî û xaka herêma Dalahoyê wêran kiriye û wiha dipeyive: “Ez bi stran û tembûra xwe vê karesata çandî ya bi rêya bendavan têkirin, tînim ziman.” Ev çend sal in, rejîma Îranê dest bi çêkirina bendavan li ser sînorê Hewramanê kiriye. Bi Nexasim bendavên Zemkan û Daryan bûne sedem ku gelek şop û bermahiyên dîrokî, çandî yên herêmê tine bibin. Welatiyên vê herêmê jî ji ber ku avê daye ser gundên wan, neçar mane ku koçberî deverên din bibin.
Çalakvanek e û hunermendek e
Li ser mijarê Çalakvan û Hunermend Mihemed Emîryan dibêje, “Welatên dagirker û rêveber û dewletên Rojhilata Navîn tev, hertimî hewl dane ku herêm û xaka Kurdistanê û Hewramanê teng bikin. Her dewleteke ku hatiye li gorî siyaseta xwe dest daye sînoran û li gorî xwe parçe kiriye.”
Emîryanî îşaret pê dike ku Hewraman yan jî “êla Goran” di dema xwe de xwedî herêmeke mezin bûye û bi dewamê dibêje, “Ji ber zilma zêde û parçekirinê îro ber bi kêmbûnê ve çûne û gelek cih jî ber bi tinebûnê ve diçin. Êla Gewreco, êla herî mezin a li devera Serpêl û Qesrî Şîrîn bû ku ser bi Goran e. Ew jî belavî pênc êlên Gewreco ya Qişlaq bûne. Ya herî kevin jî Gewrecoya Bayezî û Gewrecoya Seferşan e. Lê, niha ji van Gewrecoyan tenê du beş bi zimanê Hewramî diaxivin.”
Qirrkirina Gewrecoyan
Siyaseta rejîma Îranê bi rêyên cuda êrîşê bermahiyên dîrokî û çanda Kurdan dike. Emîryanî jî îşaret bi çêkirina bendavan û bandora wê li ser çandan dike û dibêje: “Ji van du Gewrecoyan ku bi zimanê Hewramî diaxivin yek Gewrecoya Qişlaq e. Lê, mixabin ji ber çêkirina bendava Zemkan niha tenê çar mal mane. Hemû xanî û dever dibin ava bendavê de mane. Gewrecoya Mezin jî di dema xwe de 360 mal bûn. Di encama çêkirina vê bendavê de ew jî dibin avê de ma û welatiyên wê jî koçberî bajar û cihên din bûn.”
Bendavan ziman jî tine kirin
Emîryanî di dewama axaftina xwe de destnîşan dike ku ji ber çêkirina bendava Zemkan hemû ziman, dîrok, şopên huner, karên dest û heta bi zimanê wan du cihan tine bûne.
Hunermend Emîryanî diyar kir ku ew bi hunerê xwe hewl dide van êrîşên çandî rexne bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî dike: “Ez bi stran û tembûra xwe êş û xemên di encama van karesatan de çêbûne, bînim ziman. Niha jî hewl didim berhemeke siya çemane ya bi navê ‘Xemên bendava Zemkan û Daryan’ amade bikim. Ji ber ku van herdu bendavan zirareke mezin gihandiye çand, dîrok û xaka Hewremanê.”