Şêwekar Nisar Emîn li Emnesoreke ya Silêmaniyê, pêşangeheke tabloyên xwe vekir û dahata ji wê pêşangehê jî ew ê ji bo nexweşên pençeşêrê bibexşîne.

Li Muzexaneya Emnesoreke ya Silêmaniyê doh êvarê Şêwekar Nisar Emîn bi şîara 'Jiyan û hêvî' ji bo alîkarîkirina nexweşên pençeşêrê pêşangeheke hunerî vekir. Ew ê dahata pêşangehê bibexşîne ji Nexweşxaneya Hîwa re. Pêşangehe îro jî wê vekirî be.

Di pêşangehê de 50 tabloyên bedewiya xwezayê, werzên salê, jin û xweşikbûna wan, tên nîşandan. Bi hunerê xwe jin û xwezayê rave dike.

Şêwekar Nisar Emîn ji Silêmaniyê ye û ev du sal in ku karê huner dike. Herwiha dîzaynera cil û bergên Kurdî ye jî. Hinek tabloyên xwe bi qumaş û gulan çêkirine.

Di hemû tabloyên wê de jin hene. Şêwekar Nisar Emîn li ser vê mijarê dibêje; "Xweşikbûn û pîrozbûneke jinan heye, weke xwezayê. Dema ku vê nexweşiyê digirin, beşek ji lebatên xwe ji dest didin. Min jî xwest bi rengan rave bikim."

Şêwekar Nisar Emîn derbarê sedemên vekirina pêşangehê ji bo hevkariya nexweşên pençeşêrê jî got; "Min di warê aborî de nedikarî alîkariya wan bikim. Lê, min dikarî bi reng û çêkirina wêneyan xizmeta wan bikim. Hestê xwe yê mirovî nîşan bidim." ROJNEWS/SILÊMANÎ