Weke sedema ji bo hewasa teknîka boyaxkirina dîwaran a li Misra Kevin em dikarin li du îhtîmalan bifikirin: Sedema yekê ew e ku li vê herêmê kevirên kilsînî xwedî kalîteyeke kêm bûn, sedema duyem jî ew e ku boyaxkirina dîwaran ji niqirandin û şekirina keviran hêsantir û bi leztir bû.
Ev parçeyê boyaxkirî ê dîwarekî ye ku li ser resm hene, ew resmên ku behsa çîrokekê dikin; Serpêhatiya Çandiniyê li Misra Kevin. Li wê Misra ku kurê pêxember Yûsûf, ew kurê li xezeba birayan hatî yê pêxember Yaqûb, tê derdixist ku wê xelayeke heft salan bi ser welêt de bê. Helbet wî ew welatê Misrê bi haziriyên xwe ji wê xelayê parast. Ev parçeyê hanê yê dîwarê boyaxkirî ji serdema Misra Kevin, niha li muzexaneya navdar a paytexta Fransaeyê Parîsê, Louvrê tê mihafezekirin.
Vê boyaxê û van resmên hanê, dîwarê gora katibekî Misra Kevnar ê bi navê Unsu dixemiland; ya rastî îbadetxaneya di nava gorê de. Ev katibê hanê mihasebekar bû ji bo hesabê dexl di îbadetxaneya xwedawenda bi navê Amûn de. Li vir di nava van resman de ya ku em dibînin, kêliyên pêvajoyên çandiniyê ne, ku hingê Unsu çavdêriya wan dikir: cotkirin, tovreşandin, çinîn û karê bênderan. Li gorî rêûresma xwendina rêza resman, ew ji jêr be bi jor ve tên xwendin.
Ji qebristana Thebes resma çandiniyê
Bi her halî ev parçeyê hanê, beşeke ji koleksiyoneke berfireh e ku Jean-François Champollion (1790–1832) sala 1826´an kirîbû. Yê ku firotê, konsolosê Brîtanî, Henry Salt (1780–1827) e; wî pirr kêm agahî derbarê berhemê de dan. Ji ber wê jî cihê gorê yê tam nayê zanîn. Bi her halî, ti şik û guman ji wê yekê nîne ku ew li qebristana sivîl a Thebesê be; ango nêzîkî Geliyê Melikan.
Ev resm dikarin weke dem heta bi 18´emîn xanedana Misra kevin bên birin. Gelekî muhtemel e ku ji serdema hukimdariya Thutmosîs ê Sêyem mabin; ji wê demê ku resm û boyaxkirina dîwaran li Misrê belav bûbû. Ev hewasa ji bo teknîkeke ku hingê jî ji mêj ve dihat naskirin, ji ku da der, çima ne berê, lê hingê evqasî belav bû? Weke bersive vê pirsê em dikarin li du îhtîmalan bifikirin: sedema yekê ew e ku li vê herêmê kevirên kilsînî xwedî kalîteyeke kêm in, sedema duyem jî ew e ku boyaxkirina dîwaran ji niqirandin û şekirina keviran hêsantir û bi leztir bû.
Rengên mîneralan tevî zemqê
Ser dîwaran bi “mûna” hatibû sîwaxkirin; herçî “mûna” ye ji kerpîça em dizanin ne cihê ye û ser wê bi sîwaxeke teniktir jî hatiye şahîkkirin. Ev sîwax dihat bikaranîn da ku ser kevirên kilsînî ku gor ji wan dihatin çêkirin, serrast bike da ku bi kêr werin ku mirov li ser wan resman xêz û boyax bike. Ya ku em dizanin ev resm û boyax bêhtir bi teknîka tempera hatiye bi kar anîn, ango bi boyaxa avî ku zemq yan jî tiştên zemqî li nav hatine kirin. Yek ji teknîkên din ên muhtemel, teknîka fresco ye, ew jî boyaxkirina li ser sîwaxa ziwanebûyî ye ku di heman demê de bi dewsan jî boyax tê kirin. Wekî reng jî ji reşa komirê, heta bi rengên ji mîneral bi dest xistî ên ku bi zemqeke nekarî bê diyarkirin, hatine tevlîhevkirin, gelek reng hatine bikaranîn.
Dîmenek ji jiyana rojane
Li Misra kevin, tevî ku deriyê gorê, cihê ku bedena kesê mirî lê dihat veşartin, dihat dîwarkirin jî, qismekî gorê ji bo îbadetxaneyê dihat veqetandin û kes û karên kesa/ê mirî piştî mirina wê/wî kesê/î dikarîn li wir rîtuelên xwe bikin û duayan bikin. Hizr ew bû ku wê xemla dîwaran ji bo heta hetayê ji dîtina çavan re parastî bimînin.
Ji van rengê wêneyan re pirraniya caran hatiye gotin, “dîmenek ji jiyana rojane”. Û rast e ku hin ji van resman bi me re alîkar dibin ku em adet, û elimandinên rojane ên Misriyên kevin nas bikin. Pirr caran, ya rastî ew kesa/ê mirî nîşan didin ka di saxiya xwe de pîşeyê xwe û karê xwe çawa dikir. Bi her halî, wekî din jî wiha xuya ye ku ev resm serê pêşî xwedî fonksiyoneke efsûnî bin ku saxmayîna piştî jiyana dinyewî ji bo kesa/ê mirî misoger bikin: ev dîmenên ji çandiniyê, ji ber vê yekê muhtemel e ji bo dabînkirina dexl ji bo gorê hatine çêkirin.
Kar û emelên ji bo çandiniyê
Li fîgurên li resman tenê pêştemal hene, serê wan traşkiriye li gorî germahiyê; herçî cotkar in bi sê qeydan hatine terîfkirin; bi dorê di pêvajoyên cihê yên cotkariyê de cihê xwe digirin ku di saleke cotkariyê li pey hev tên.
Di herî binî ew erdê bi tevrikên besît, dikolin, tevrik dikin, û erdê bi halêtê bê heywan cot dikin. Ev ya rastî tiştekî kêm dîtî ye ku ne ga lê mirov halêt bikişînin. Li pişt wan jî cotkarekî din tov li erdê ajotî direşîne. Hin jê didu didu kar dikin, em bi vê dihisin ji ber ku du çav di kêleka hev de hatine xêzkirin û ling jî bi du kontûran hatine diyarkirin.
Di qeydiya duyem a resman de ku rêza navîn e, pale bi dasê dexlê xwe diçinin. Herçî pûş e, ji bo paşê bikin ka û êm ji heywên re, û helbet ji bo ji erd re bibe zibl li nav erd tê hiştin. Di pey wan re jî fîgurên piçûktir ên jinan hene ku di pey wan re berhevkariya dexlê mayî dikin.
Herî dawî di qeydiya sêyem ya ku li herî jor e, zilam radihêjin zembîlan ku tijî dexl in, û wan li cihekî ku ga li wan in vala dikin ji bo gêrê bikin, û karê bênderan bikin; da ku teneyan ji sibilan bikin û veqetînin.
Arpîstê miriyekî
Ev kevirekî danî (weke kêlekê) yê bi rengên geş e ku îşaret bi bawermendî û xwe ji dinyayê kirina ji bo axretê dike, di serdema Misra Kevin de. Ev kevirê danî ji bo goran e û ya rastî bi pirranî destên kesê mirî ber bi hewayê vekirî tên xêzkirin ku di vê mînakê de guhertiye: li vir zilamê ku li arpê dixe şûna destên ê mirî destên xwe hildane û wisa hatiye xêzkirin.PARÎS