Piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 31 şanogerên ji kar hatin derxistin û destûr nehat dayîn ku şanoger lîstîkên xwe bilîzin. Şanoger li hember vê yekê bêçare neman û bi lêgerînên xwe alternatîf ava kirin. Şanogeran li Navenda Galeryaya Amedê cihê şanoyê vekir û li wir lîstîkên xwe her dawiya hefteyê seat di navbera 15.00 û 18.00’an de pêşandan pêşkêşî gel dikin.
Şanoger Gulê Ozalp Ulusoy diyar kir ku ji ber ku huner gerdûnî ye ti kes nikare hunerê asteng bike. Gulê anî ziman ku kedeke dîrokî ya 27 salan li ser şanoya bajêr heye û got, lewra ew ê bi her awayî karên xwe bidin meşandin û wê hunerê xwe zîndî bihêlin û got: “Di demên dawî de dixwazin vîna me bişkînin û nûnerên ku gel hilbijartine, digirin. Her wiha dixwazin bikevin pêşiya gelek tiştan. Lê em ê jî her tim di nav hewldanê de bin û alternatîfên çand û hûnerî biafirandin.”
AMED