Li taxa Halîlaga ya Wanê zarokê bi navê Ferhat Gul (14) ku ji erbaneyê hez dikir lê belê ji ber ku rewşa aborî ya malbatê nebaş bû nedikarîbû erbaneyê bistîne, bi veşarî her tim li dikanê birayê xwe ya xûrdeyê li tenekeyan xist û xwe fêrî erbaneyê kir. Têkildarî mijarê Ferhat Gul axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di 11 saliya xwe de bêyî alîkariyeke kesekî min xwe fêrî lêxistina erbaneyê kir.” Gul destnîşan kir ku ew ji bo bi awayeke pisporî xwe fêrî erbaneyê bike alîkarî dixwaze. Gul diyar kir ku ew ji muzîkê gelek hez dike û wiha got: “Ez nikarim hestên xwe yên derbarê muzîkê de bî gotinan vebêjim.”


Aborî asteng e
Gul da zanîn ku ew li dibistan, mal û li taxa ku lê dimîne car caran stranan dibêje û kesên ku tên wî guhdar dikin jî gelek kêfxweş dibin. Gul anî ziman ku dema ew Tv’yan temaşe dikir ew estrumanên muzîkê têde didît lê belê ji ber rewşa aborî ya malbatê nebaş bû nikaribû ji xwe re enstrumaneke muzîkê bikire û wiha pêde çû: “Ji ber rewşa aborî ya bavê min nebaş bû nikaribî ji min re enstrumanekî muzîkê bikire. Min jî bi derfetên xwe li dikana xûrdeyê yê birayê xwe li tenekeyan xist û xwe fêrî lêxistina erbaneyê kir.” Gul da zanîn ku xwesteka wî tenê ewe ku xwe di aliyê çand û hunerê de pêş bixe û ji bo vê yekê jî banga alîkariyê kir.

DÎHA/WAN