LUQMAN GULDIVÊ


Ji zarokên hunermendê Kurd ê ji Seqizê Mihemed Nahîd, Jale Nahîd ji ber ku nedikarî li Rojhilatê Kurdistaê ji ber astengiyên rejîma Îranê hunerê xwe îcra bike, neçar ma welatê xwe bi cih bihêle û penaber bibe. Jale Nahîd pêşî berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û ji wir jî pena xwe digihîne Elmanyayê. Me guh da serpêhatiya wê û jê pirsî niha bi çi karî mijûl e, çi daye ber xwe û rewşa huner li Îranê û Rojhiltaê Kurdistanê çawa ye.

Jale Nahîd yek ji zarokên hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Nahîd e. Ew û kurê din ê Mihemed Nahîd, Diyako Nahîd û kurê xwe Simko bûn mêvanê rojnameya me. Jale di projeya hevpar a tevî birayê xwe Diyako de çalak dixebite û du goraniyên bi Soranî dibêje ku keda Cemîl Koçgun, Mîkaîl Aslan di hevkariya wê de heye û Kak Dilêr Hisên û Kawa Sedîqî xwedî ked in. Jixwe beriya niha me mizgînî dabû ku ev albûm wê di nava salê de beriya dawiya salê bigihîje ber destê hezkerên muzîka Kurdî. Di mudeta du salên ku li Başûrê Kurdistanê mayî Jale Nahîd li ber destê Kak Dilêr Hisên jî dersan dibîne û di warê hunerî de xwe perwerde dike.


Rejîmeke dijberî jinê

Dema ku em jê dipirsin ka sedem çi bû ew ji Rojhilatê Kurdistanê penaber bûye, îşaret bi wê yekê kir ku rejîma Îranê destûrê nade jinê ku li meydan û mekanên li gelemberiyê û xelkê vekirî, huner îcra bikin. Jalê Nahîd balê dikşîne ser zehmetiyên giştî yên hunerî li Îranê ku ji ber sansûra wezareta Îrşadî Îslamî hem jin û hem mêr ji bo her kesî têkoşînek e. Ji bo herdu berhemên ku di albûmê de cih digirin jî Jale Nahîd dibîje: “Me ew berhem li Tehranê aranjekirin tevî Kawa Sediqî hat kirin, li wir dengê min hat mîkskirin tevî dengê Mistefa Mahmûdî. Yek jî goraniya Sirwey Beyan (Sira bayê sibehî) ye, ya din jî Benaz Benaz û Kabûkê ye. Zehmetiya mezin a li hemberî hunerê ew e ku herçî muzîk e, gotin û awaz di gelek filtreyan de derbas dibin, sansureke hişk heye bi destê wezareta Îrşadê Îslam. Li gorî kêfa xwe şîroveya Îslamê weke sedema sansûrî bi kar tînin. Nexasim mesele jin be, hemû vedigere ser baviksalariyê. Di nava malê de mirov dikare bi muzîkî mijûl bibe, lê li derve, di meydan û mekanên giştî de jin nîne, nabe hebe. Jin nikarin solo stranan bibêjin. Dema bi koro jî bibêjin sed zehmetî û şertan datînin pêşiya mirovî.”


Li Seqizê hoste der in nifşekî nû digihîje

Dema ku me bi bîra wê xist ka li Xoresanê hin jin ên Kurd çawa dikarîn konseran bidin û di meydan û mekanên giştî de derkevin pêşberî xelkê, Jale Nahîd hin aliyên xasûk û qurnaz ên rejîma Îranê bi bîra me xistin: „Dema konserek li derveyî Îranê bê dayîn, biryar e ku ew konser tenê ji bo jinan be, di nava guhdaran de li gorî qaîdeyê divê mêr nebin, yan jî nebûna. Divê dîmen jî neyê girtin. Bi her halî em dibînin ku dîmen hatin girtin û guhdar jî hemû jin nebûn. Rejîm ji bo Kurdên Xoresanê pencereyek din vedike, ji bo wan hinekî cudakeriyeke erênî dike.”

Muzîka Kurdî tesîr li muzîka Îranê kiriye, nexasim jî di warê înstruman û meqamên xwe de, Jale Nahîd dibêje, “Berê ev tesîr xurttir bû, lê niha kêm bûye. Tesîra hostekarên muzîka Kurdî û nexasim a tembûrjenên Hewraman êdî kêm bûye. Li Saqizê jî hosteyên muzîkê kêm mane, bavê min êdî li Seqiz namîne, ew çûye Sine. Mamoste Reşîd Feyzîjad jî êdî li Seqiz nîne, ew çûye Finlandayê. Niha nifşekî nû digihe û hewl dide ji nava xwe hostekarên muzîkê derêxe.”


Rejîm li jinan û mamosteyan huner ne mumkin dike 

Dema ku em jê dipirsin, ka nehat hişê wê rêyekê, derfetekê ji xwe re biafirîne da ku hunerê goranîgotinê ji xwe re bike pîşe, li meydanên giştî bi muzîkê dakeve, Jale Nahîd, zehmetiyên ji bo jinan û mamosteyan ji nû ve bi bîr dixe: “Min xwest, lê weke jin pêşiya te girtiye, bi ser de dema ku tu mamoste yî, û bi ser halan de ez mamoste me, tu qet nikarî xwe lê biceribînî. Ew rê û derfet qet nînin mirov eşkere muzîkê bike. Li Başûrê Kurdistanê hîna nû min dikarî azad muzîkê bikim, pê dakevim.”

Li ser daketina xwe ya bi muzîkê û xerîkbûna xwe ya bi muzîkê di nava malê de û têkiliya xwe ya bi bavê xwe Mihemed Nahîd re, Jale Nahîd wiha îfade dike: „Di nava malê de min goranî digotin, û bavê min jî hez ji dengê min dikir. Bavê min li tarê dixist û min jî di ber re digot. Ew razî bû ku jin goraniyan bibêje.”


Gencîneya bavê xwe tomar kiriye

Jale Nahîd yek ji wan kesan e ku dema bavê wê Mihemed Nahîd stran gotine û li tarê xistiye, dengê wî tomar kiriye û li ser bîranên xwe yên hingê dibêje, “Min dema bavê min digot û muzîk îcra dikir, tu kasêt tomar kirin. Ez jî hez dikim stranên bavê xwe bibêjim, çawa birayê min Diyako Pîredar ji wan stranan ji nû ve aranje kir, min jî yek bijart ji stranên bavê xwe. Muzîka wê hair e û dawiya vê mehê wê li Silêmanî wê bê tomarkirin. Mamoste Dilêr Hiseyn amade kiriye. Deng li Tehran û Silêmanî hatiye qeydkirin. Li Silêmanî jî min li Silêmanî di çalakiyeke 8´ê Adarê Roja Cihanî ya Jinan de goraniyeke bavê xwe min got.”

Jale Nahîd jiyana zehmet û zextên rejîmê li ser azadiyên sereke bi bîr dixe û dibêje, “Îcrakirina hunerê min yek ji sedeman bû ku ez bûm penaber, lê bi giştî zext û zordarî li ser mirovan û nexasim Kurdan jiyana li Îranê û Rijhilatê Kurdistanê zehmet dikin. Ez niha li Elmanyayê penaber im û li cem birê xwe Diyako jî her li mal im.”

Di malbatê de 3 xwîşk û du bira hene ku ji wan tenê Jale û Diyako bi muzîkê mijûl dibe û her wiha ji bo tomarkirina arşîvê jî dikeve nava xebatan de: „Beriya bîst salan dema bavê min li tarê dixist û goranî digotin, bi min xweş bû ez dengê wî qeyd bikim. Bi min xweş bû. Min dixwest weke yadîgar û bîranîn bimîne. Bavê min carinan êvaran rûdinişt û li darê dixist. Min jî mekîna qeydiyê dianî û dengê wî tomar dikir. Her goraniya wî du deqîqe yan jî sê deqîqeyan dewam dikir.”


Bapîr, bav, keç û kur

Dema mirov behsa malbata Nahîd bike û behsa şêwekariyê neke nabe, gelo tesîra babîrê te Feyzullah Xanî Nahîd li te bû: “Belê, heta min dest bi şêwekariyê kir, min dest bi xêzkirinê kir, li min dewam nekir. Ew hostayekî, mamosteyekî gewre bû. Li nava xizm û nasan de Mistefa Xan Şêrzan ji şagirtên bapîrê min bû. Bavê min jî ji şagirtên wî ye, ew jî şêwekar e. Ew destpêka mekteba realîstiyeke bikarhêneriya reng bû. Lê mixabin jineke ku bi tesîra wî û ji mekteba wî derçûbe, nayî bîra min.”

Helbet bibîranînên malbatê tesîreke meizin dikin li malbat û endamên wê, “Ji bo min rojeke taybet bû. Roja bapîrê min rehmet kir. Bavê min nedixwest rondikên xwe eşkere birijîne. Bavê min xwe da aliyekî, kesî ew nedidît, lê min dît, vê kîliyê tesîreke dijwar li min kir, ku îro bibîranîna wê jî min hestyar dike.”

Li ser projeya xwe ya hevpar a albûma Pîredar jî, Jale Nahîd dibêje, “Tenzîmkirina wê fewqelade ye. Ew strana ku min behsa wê kir a ji arşîva bavê min, a ku me dijîtal kiriye. Gava min cara pêşî bihîst li studyoyê, muzîka ku Kak Dilêr amade kirî min bihîst, min jê re got, li ber vê muzîkê goranî nebe jî gelekî ciwan û bedew e, ew qasî bêqisûr e. Ez dikarim vê jî bibêjim, ev goranî niha bi qîmetê wê neyê zanîn jî bi ya min bêwext û sînor e, ew ê bi serkeve.”

Di nava goraniya duyem de straneke Kurmancî jî heye ez kevok im û mirov dibîhîse ku Jale Nahîd bi rehetî vê stranê dibêje, çawa ev dibe jî wiha rave dike, „Strana Ez Kevok im, me pirr lê guhdarî dikir, bavê min jî digot, mamoste Ezîz Şarox jî, ew bû parçeyek ji min. Ez wê xerîb hîs nakim. Goraniyên Farisî jî dihisînim û dibêjim.”


Malbata Nahîd û huner

Navê Nahîd mîrateyeke ji bapîr û bavê Jale û Diyako Nahîd mayî ye. Bapîrê wan Feyzûlah Xanî Nahîd şêwekarekî navdar ê Kurd e ku paşê pêre pêre wekî ekoleke şêwekariya Kurdî hat qebûlkirin. Bapîrê wî û birayê wî Îftîxar Nahîd şêwekarî û nexasim jî realîstiya bi bikaranîna rengên wan li Rojhilatê Kurdistanê wekî huner dan destpêkirin. Bapîrê wan qederê 300 berhemî hilberandin. Didu jê li cem Diyako Nahîd in. Bavê wan Mihemed Nahîd jî jixwe kesên bi muzîka Kurdî dizanin, wî nas dikin. Wî piştî qaşo “şoreşa” Îranê di dema qedexekirina muzîkê de du kasêt qeyd kirin û weşandin. Qeydî di kîlerê de bi awayekî nehênî hatin kirin. Zext li Mihemed Nahîd hat kirin, lê wî karîbû bibêje, qeydî beriya “şoreşê” hatine kirin û paşê hatine weşandin. Ji zarokan Jale dema qeydiyan hîna pişûk bû û ew roj weke xewn li bîra wê ne.  Lê Diyako xweş bi bîr tîne, çawa cihaz hatin anîn, çawa muzîkjen bi dizî hatin anîn û qeydî li kîlerê hatin kirin. Jale bi bavê xwe hez ji goranîgotinê dike û Diyako ji bavê xwe fêrî lêxistina tarê dibe.