
Hunermendên ku di bin baneyê Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) de li hev kom bûn li Kantona Efrînê li gel bêderfetiyên mezin dîsa hunerek azad ava dikin. Li rojavayê Kurdistanê ku şoreşa gel aj û bejn dide, di qada aborî, çandî û civakî de kar û barên rêxistinkirinê berdewam dike. Gelê Rojava li aliyekî li diji çeteyan xwe diparêze, li aliyê din ziman, nasname, perwerde, rêveberiyên xweser û herêmî pêş dixe. Gelê Efrînê ku di nava hewldanên hilweşîna pergala rejîma Baasê ya 50 salan de ye, xebatên çand û hunerê jî berdewam dike. Hunermendên ku di bin baneyê Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) de li hev kom bûn, li gel şert û mercên neyînî dîsa hunerek azad ava dikin. Hunermendan diyar kirin ku dê bi şoreşa gel hunera wan jî azad bibe.
Şoreş û hûner
Endama Xebatên Çand û Hunerê yên Cinderisê ya girêdayî TEV-ÇAND’ê Mizgîn Huseyîn der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ew pêvajoya şoreşê ya li Rojava bi hunera xwe re dikin yek. Huseyin anî ziman ku di qada çand, huner û muzîkê de xebaten wan berdewam dikin û wiha got: “Ji bo hunera şoreşger û azad pêk bê şert û merc zehmet bin jî têkoşîna wan berdewam dike. Dê ji bo hunerek azad û şoreşger seknek azad û şoreşger nîşan bidin. Jinên ciwan di qada çand û hunerê de pêşengitê dikin.” Endamê Xebata Çand û Hunerê Rûstem Hesen jî anî ziman ku ew ê gel bi şoreşê û çand û hunera azad, azad bikin.
ANHA/EFRÎN