Gotineke biwate, dibêje; "Di şerê de, tu leşker bê birîn namîne."

Birastî jî, bi çi awayî dibe bila bibe, her leşker li şerê birîndar dibe. Her şer, li gorî taybetmendiya xwe birînan vedike. Şerek jî nîn e ku bê birîndarî bidawî bibe. Şer, ji her tistî wêdetir birîna mirovahiyê vedike. Mirovahî, di her şerî de hin tişt wenda dike. Li her şerê, tendurustiya însanetî hê ziraran dibîne. Ne bi çekan, birîna însanetiyê, bes tenê bi pêkhatina şerê çêdibe. Tenê bi serê xwe şer, ji bo birîndarbûna însanetiyê bes e. Ne tenê tendurustî jî, wijdan û exlaq, hez û êşq, huner û bawerî jî gav bi gav birîn digirin, û xwîn didin. Ji ber wê, em dikarin bêjin şer, li dijî hemû van tiştan e... Ango şer, bi pêkhatina xwe, ji însanetiyê dibe, ji nirxên wê didize û kêm dike... Tevahî ji ber van tiştan jî, huner û çanda însan, wêje û her awayî afirandina însan, hewceye ku li dijî şerê sekneke xurt xuya bide û wisa tevbigere, wisa biafirîne, berhem û babetên xwe li ser vê esasê ava bike.
Lê gelo, şer jî tenê şer e, an na? Ji bo ku em li dijî şerê bisekinin, bê şert û merc, be nirxandin û bê şîrove li dijî şer şêwazek nîşan bidin, hewceye ku şer jî li her alî ve yek wate be. Gotina min ew e ku, heke em ji her mercî tene xwedî seknekî bin, hewceye ku, ew tiştê ku em dijî wê ne jî, tiştekî zelal be. Şer gelo di her awayî de tenê şer e? Wek mînak em bêjin, ji bo ku em dijî şer in, wê demê, bê dad û bê maf, kî zext bîne ser me gelo emê vê yekê qebûl bikin an na? Gelo hunera dijî şer, di her mercê de jî xwedî şêwazeke teqez û pasîf be? Gelo ev şer şerê çî ye, di navbera kê/î û çi exlaqê diqewime, sedema şerê çî ye, çavkanî ya şerê çî ye, û bi çi neyîniye ku ev şerê derdixîne? Gelo em li ser vê yekan kur nebin, gelo rexneyên me ji çi kêr were?  
***
Belê, rast e, şer, di navbera kê/î de biqewime jî înszan û însanetî birîndar dike. Lê her awayî ji şerê revîn jî şer ji holê ranake. Ango hin caran wek nakokî were hesibandin jî, em dikarin bêjin "xelaskirina qirêjiya şerê, şer bixwe ye." Ew car hewceye ku huner, aqil, hêst, wijdan, behretî û qabiliyet jî bikeve nava şerekî... Kurtasi, ji bo rexnekirin û ji holê rakirina şerê jî mixabin pêdiviya me ji şerek heye. Heke huner, raman û hêstên însan, yên ku li dijî şer û qirêjiya şerê ne, ji bo ku nirxên însan û însanetiyê nekeve bin lingan, însan birîndar nebe, ji bo ku dad a wijdana însanetiyê nehêje û neêşe, însan û însanetî bi hev re neyê kuştin, hewceye ku huner jî di nav hewldanekî de be. Li gorî min îro jî pirsgirêka me ya herî mezin ev yek e.
Li Kurdistan, li Tirkiyê, taybet jî di nav hunermendên hunera xuyangê de, li ser dijîbûn a şerê, gelek niqaşên bikelejanî didomin. Ji bo çêkirina hin berhemên dijî şer jî gelek fikr û mebest jî di rê de ne. Va pêvajoya dawî jî ji bo van fikran cesareteke mezin derxistiye holê.
Em ji bîr nekin, niha ku ji bo hin projeyên "aşitiyê" derketine ser rê, evana di roja şerê de bêdeng û bêgotin bûn.  Lê ev jî ne tiştek e, gere gotineke me hebe ku, ev gotin jî, rasterast li her demê wek pîvan be. Û ji wê jî girîngtir, heke gotineke te ya dijî şer hebe, hewceye ku tu bikaribî tarîfî pivanên jiyaneke bêşer jî bikî. Ango çi jiyan û çi pîvan însanetî li durî şer dixe, şer ji rojevê însanetiyê dirbixe, hewceye ku tu di her şert û mercê de parêzerê van yekan bî.  
Ji ber ku, dijî şer bûn, ne tenê dijî şer bûn e. Dijî şer bûn, di heman demê de, dijî mercên şerê şêwazek bixwe ye jî... Ew şêwaz jî hêzek dixwaze, têgihîstinek dixwaze, xwidî nirx û xwedî pîvan bûnê dixwaze. Kî/ê ku di dema aşitiyê de li himberê neheqî, bêdadî û zordestiyê nesekine, mafa gotina wî/ê ye dijî şerê jî nîn e. Ji ber ku ew kes an însanekî bêrû, an jî durû ye. Huner û gotina wî/ê kesan jî, bi perê Kurdan pênc panot nake...