Makwan Hewramî têkildarî giringiya hunera Hewramî axivî û weha peyivî: “Dema ez zarok bûm, wê demê girîngiyeke mezin didan hunerê. Min ji bavê xwe daxwaz kir ku li ser çêkirin û hunandina stranan alîkariya min bike. Bi taybetî jî stranên Hewramî.”

Makwan Hewramî diyar kir ku di sala 2009’an de yekem kaseta xwe ya stranan derxist ku tê de sê stranên Soranî û şeş jî yên Hewramî hebûn. Makwan Hewramî got: “Sala 2014’an min strana Hîcran û sala 2016’an jî berhema xwe ya bi navê 'Çi Bikim' bi zaravayê Soranî derxist.”

 

‘Li pêş her tiştî em Kurd in’

Makwan Hewramî da xuyakirin ku divê hunermendên Kurd bi tevahî zaravayên cuda yên Kurdî stranan bibêjin û got; “Li pêş her tiştî em Kurd in. Her wiha Kurdî zimanê me yê neteweyî ye. Li pêş Hewramî, Soranîbûnê, em Kurd in.”

Hunermend Makwan Hewramî ku rexne li desthilata siyasî ya Kurd girtin, axaftina xwe weha bi dawî kir; “Heya niha desthilatdara siyasî ya Kurd nekariye weke pêwîst huner û mêjûyê neteweyî bi pêş bixe û cih bidiyê. Ji ber vê jî heya niha bi awayekî serbixwe sûd jê nehatiye wergirtin.”



SERWER SEDÛLLAH/HEWRAMAN