Rastî û nerastî, başitî û xirabtî, xweşbînî û bêsebrî, her wiha erenîtî û neyînîtî, hez û tol, zanabûn û nezanbûn, têgihîstin û negihîştin, di warê zanyarî û ramangeriyê de dewlemendî û feqîrtî, tijîtî û valahî, tirsonektî û bicesaret bûn, hwd cûrbecûr, li ku derê însan û civak heye û dijî, li wir jî bi her awayî nakokî heye, qet çênebû dijayetî û nakokiyên ku di hundirê însanê de dijîn, ewana dertê û zindîtiya jiyanê ava dike.

Her nîşaneya zindîtiyê, bi berewajîtî ya xwe ve jiyan bixwe ye. Zinditiya xwe bi vî awayî misoger dike. Ji ber wê jî, nakokî ya herî mezin jî ew e ku, jiyan bixwe, encex û tenê dikare li ser nakokiyan tevbigere û hebûna xwe bipejirîne... Di milê çand û hunerê de jî,  ev yek taybet rewşeke serdest ye.
Çand, tiştekî cûda ye... Bi salan, bi hezaran sal, di her rewşa civakê de diheje û bi şiklekî rengê xwe ava dike. Di civakê de her ku şer, aşitî, her ku tevger, pêşveçûn an jî paşve man, afirandin û hilberîn çêbin û biqewimin, çand jî ev yekana dişopîne û wisa di paşila civakê de ji xwe re ciheke taybet digire . Lê huner, cûdahiya wê heye... Ne wekî çandiniyê ye. Hê zindî ye. Tevlihevî, lerzîn û hejaniya civak her çiqasî xurt û kur û tund be, bi vî yekê re rastênhevî çanda civak jî dihêje. Baş an jî xirab. Hejandin teqez e lê başî û xirabî, ango têgihîştî, xurt an jî qelstiya wê tiştekî cûda ye...

Vejîna çand û hunera Kurd

Di çand û hunera Kurdistaniyan de jî, di van dehan salên dawî de, wek erdhêjiyek qewimî. Taybet di qada muzîk, şano û govendê de, em bêjin ji sala 1990’an bigirin heya îro, di navbera her beşa hunerê de hemberbûnek jî bihev re, serobino bûnek çê bû. Hin beş pêş ketin, heya demekî rewa bûn. Piştre ew beşên hunerê pîçek ji paş ve man, hin beşên din li ber çavên civakê xwe îsbat kirin û bala civakê kişandin. Ne tenê civak jî, temam hunerhezên civakên din jî, bi pêşveçûna hin beşên hunera Kurdan tekilî danîn, bûn temaşeger û guhdarvan jî...
Di nav van beşan da, bêguman beşê ku herî bal dikşand ser xwe, muzîk bû. Tekoşer û berxwedêrên Kurd, ya ku li zindanê bin, li çiya, li gund an jî bajar bin, her kes zêde zêde pê muzîkê ve mijûl bûn. Bi avabûna NÇM jî ev xebatana hê lezgînî girtin. Ew xebatên ku cûrbecûr li her derê dihatin afirandin, bi xêra NÇM di cihekî kom bûn, bi rexne û nirxandinan ve hatin xurt kirin, bi derfetên teknolocî û amûrên muzîkê ve hatin verast kirin, aranje ya wan çûbên û derketin li ser dikê, ber civakê... Nêzî temamiya van xebatên muzîkê, bi koman, taybet bi muzîkjenan ve hatin pêşxistin û di asta civakê de hatin ecibandin, bi vî şiklî peywira bilindbûna coşa dilê civakê hildan li ser milê xwe... Ev peywir, em dikarin bêjin sedî nêzî sed jî wek bi awayekî serkeftî hate cih.
Bi avabûna NÇM’ê ve ne tenê muzîk, karên govendên herêmî, hin xebatên şano û hwd jî bi hev re domiyan, lê ji van karên huneran ya kû herî pêşî ve xwe da xuyandin muzîk bû birastî. Şano ya Kurdî, 1990’an virve ne pêşve çû ne jî em bêjan wenda bû çû, di navberê de ma... Her sal, bêîstîsna di her sazî ya NÇM’ê de komên şano hatin ava kirin, xebatên cûrbecûr çêbûn, bi xêra televizyonê pîçek derfet jî ketin dest û hinekî balkişandin hate rojevê, carina hin ceribandina tarzên nû jî têketin li nava xebatên şano, lê her çi bû, şano, di nav van beşan da tu carî nebû wek beşekî sereke...
Ya ku di rewşa herî trajîk de ma jî, beşa govendê bû... Ku em dikarin bêjin di çanda Kurdistanê de, li pey dengbêjiyê, ya ku hewce dike ji xwe re cihêkî taybet bigire, beşa govendê ye. Lê kî/ê çi dibêje bila bêje, bawer nebin, siyaseta hunerê jî heye, di vî qadî de NÇM qels ma, siyaseteke hunerê ya ku beşa govendê pêşbixe neşopand, an jî feraset û hêza kesên ku di demê de rêvebirtiya NÇM hildabûn li stuyê xwe, di vî qadê de kêrnehat.
Çend beş jî em hilbijêrin: Wekî ziman, wekî cil û berg, wekî em bêjin sazkirina tekiliya huner û siyaset, di van hêlan da xebatên gelek baş, di wan rewşên dijwar de, wekî ku her roj yek hunermendên NÇM dihatin binçav kirin, diavêtin zindanan, dihatin kuştin, ku dehan şêhîdê saziyê heye, ango di nav şert û mercên wisa dijwar de, wek berxwedaniyeke hunerî têkoşiyan û çend xebatên serkeftî hilberandin.

Qasî başitî, xirabî jî hêz digire
Her wisa, heta panzdeh, şanzdeh sal ev rewş bi vî şiklî domiya. Lê, nêzî sala du hezar şûnde, ya ku di destpêkê de Kurd xeşim bûn, nezanî bûn, beşeke cûda, beşa TV û sînemayê ala xwe vekir û bi hêzeke xurt ve xwe da nîşandan.
Ev beş, birastî em dikarin bêjin hema bi destpêka xebatên saziyê ve destpêkirî bû. Lê sînema tiştekî wek xwe ye. Kareke taybet e. Ji bo jihaştin û pijînê gelek zor û zehmetî dixwaze, karekî ne wek li derva tê xuyîn e, hewce dike ku însan bi salan di nav vê karê de bipije, êş bikşîne, carina têk biçe, carina bikeve û rabe li ser pî, ne tenê karên teknolojiyê, di heman demê de ji mîtoloci bigrin feylesofî, wêje, şano, helbest, çand û her beşên hunerê de hayadar be, teknika sînemayê daxilî ya xebatên xwe ya sînemayê bike, her wekî din... Ji ber wê, heya kesên ku ji destpêka NÇM’ê dest bi karên sînemayê kirîbûn pijîyan, nêzî deh sal derbas bû. Lê ji we şûnde jî, wek ajirpijek, teqîneyek pêyda bû, di serî de Kazim Oz, Ozkan Kuçuk, Ozcan Alpen wan, çend kesên sînemager li ser hev berhemên xwe ya sînemayî hilberandin. Ji kêleka van xebatan jî, li zanîngehan, li dervayî zanîngehan, ya ku bandora hişyarbûna netewî girtîbûn ew hunermendana, ser hev berhemên cûda cûda derxistin, tev li mihrîcanên navnetewî bûn û li her deverên dinyayê bi xelatên gelek mezin ve, ku ne xeyalê tu kesî da bû, vegeriyan welat.
îja dem dema sînemayê ye. Wekî ku hin kes dibêjin “sinema Xweda ya vê sedsalê ye”,  Kurd jî bi çar destê xwe ve dest avêtiye sînema. Jixwe gava ku hin derhêner û sînerîstên Kurd li hin ciyan serkeftî bûn, saziyên li her derê dinyayê jî, xwe bi van xebatan re ker nekir, berevajî bi bandor nêz bûn, hin xebatên mihrîcan û taybet rojên filîmên Kurd organîze kirin, hin kesên bezîrgan jî hêdî hêdî xwe nêzîkî sînema dikin.
Îro ne tenê Kurdistan a Bakûr, li her derê welat, taybet ji bo pêşketin û serkeftina karên sînema gelek piştevanî heye. Ne di aliyên aborî de, lê taybet bi karên mihrîcan, di van mihrîcanan de ku xelatên pêşbaziyê tên dayîn, ji bo karên sponsorî û teknîkê veberhênanî, di qada medyayê de piştgirî ya nasandinê, her wiha êdî ev qad gelek fireh e, hê jî fireh dibe.

Nêrîna duyamîn

Heta niha her tişt wek awayekî erenî dixuyê. Lê mixabin ne wisa ye. Ji ber ku, ya ku em behsa karên sînemayê dikin, di warê wesf, hêjahî û qalite ya wan hê me nenirşandiye. Emê niha hinekî li ser vê yekê bisekinin.
Çawa ku bi xêra berxwedaniya zindaniyan, bi xêra xebatên çiya û bi berdelên gelek gelek mezin ve bi xêra xebatên li bajaran gelek pêşketin ve şefkeftin hate jiyîn, bi qasî ve yekê jî, ew qadê ku vebû, di van  qadan da hin kesên beredayî, hin kesên populist, hin kesên ku tenê xwdî nirxekî ye, ew nirx jî berjewandiya wî/ê ye, ev kesana hezaran CD ya muzîkê derxistin, bi nirxên gel leyîstin, nirxên civakê besilandin û dejenere kirin, bi hin klîban li ser her nirxê çûn, tu nirx nema ku neyînin li ser sifrê xwe û nexwin. Tiştên herî balkêş jî, ev kesana, li dinyayê natin nasandin, bi nav û deng bûn, bi hin karên xwe yê beredayî çavê kesên ku bi hunera sivik hezdikin kişandin li ser xwe.
Di van rojên dawî de jî mînakek wisa derketiye. Ji Amerika bigirin heta li her derê dinyayê, li ser înternetê belav bûye û bi hezaran hes ve tê temaşekirin. Keçikek, li Amerika dijî, klamek bi zimanê ingilizî çê dike, li Rojava jî klîbek dikşîne û belavî dinyayê dike. Zêdeyî ya wan nasdikim, hin kesên ku di nav Kurdan de wek hunermend tên naskirin jî, bi dilekî coş ev klîb li ser înternetê belav dike.
Lê tu li klîbê dinêrî, ew warên ku Kurd hê rojê bi berdela çend ciwan şêhîd dide, têdikoşe, ew deran ji bo klîbê bikaraniye. Bi cilekî beredayî, çend xişr û hesincaw ji xwe re kiriye aksusûar, ew zarokên Kurd ku di nav şerê de belengaz in jî hildaye ba xwe û çirtikan diavêje.

Kefik û dîrok
Ev mînakeke... Li Kurdistan, tekoşîna berxwedaniyê, dêrî ji gelek tişt re vekir. Her kes êdî dikare zimanê xwe bikarbîne, klaman bêje, derkeve ser dikê û li ser ekranan, her kes dikare qasêt û albûman çêke û derxîne bazarê, her kes dinivîse, belav dike û bazareke berfireh jî amade ye di vî warî de.
Lê di vê bazarê de, du nêrin, du nêzîkahî serdest e. Sekna binirx û sekna bênirx... Ev yek, ji her tiştî wedetîr, di beşa sînemayê de xwe dide xuyandin. Li sînemaya Kurdistan, ya ku xwedî nirx in û biqedr û qîmet tevdigerin, hê gelek kes pê nehesiya ye. Ji ber wê, ya ku li sînema gotina xwe bi rast, bi wêjeyî, bi nirx û gotinên biqedr û qîmet dibêjin, dê hêdî hêdî derkevin holê. Ew derketin, di dîrokê de tu carî wenda nabe...



OMER LEVENTOGLU