TÛLÎN HESEN / ANHA/ŞEHBA

Hundermendê bi navê Ismat Reşîd ê ku bi navê Ebû Corc tê naskirin di sala 1956`an de hatiye dinê. Ji gundê Kefersefrê yê girêdayî herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Derfet jê re peyda nebû ku derbasî dibistanan bibe û bixwîne. Lê ji ber hewesa xwe di xuyakirina dîroka gelê Kurd de  behreya xwe di şêwekariyê de pêşxistiye.

Hunermend Ebû Corc di 21 saliya xwe de dest bi hunera şêwekariyê dike. Ebû Corc dema dayîka wî libên petatan hûr dikirin dişopîne. Carekê alîkariya wê dike. Piştî qeşartina liba petatê seh dike ku rûyek mîna xêzikên rûyê jinekê derdikeve. Ebû Corc rûyê wê temam dike û jê berhemeke hunerî çêdike. Ev bû destpêka hunera wî û piştre berhemên wî rêz dibin.

Piştre li ser kevirên ne hişk ên ku kargeha herêma Tirtewîlê dihatin derxistin, tevî kevirên ji cureya bezilt a reş bi kar tîne û li ser teşeyên cuda xêz dike.

Ebû Corc her wiha axasor (herî) û çîmento bi kar tîne, teşeyên cuda çêdike û li ser dîwarên malan xêz dike. Mala wî li Efrînê taybet bû. Mîna muzexaneyeke dîrokî bû. Ebû Corc tevahiya peykerên kesayetên dîrokî di qada mala xwe de danîbûn.

Du ji zarokên wî behreya bavê xwe radikin ji wan şehîd Umer Reşîd ê ku di roja sêyemîn ya Berxwedana Serdemê de şehîd dikeve û yê din Ehmed ê ku niha alîkariya bavê xwe dike.

Tevlibûna pêşengehan

Yekemîn pêşengeha ku Ebû Corc beşdar bûye di sala 1985`an de li paytexta Lubnanê Beyrûtê bû. Ya duyemîn 1997`an li Efrînê, Ebû Corc pêşengeheka takekesî di mihrîcana Xan El-Herîr de li Helebê di sala 2004`an de vekir. Pêşengeha hola El-Xancî ya hunerê li Helebê sala 2007`an û beşdarî du pêşengehên ku Tevgera Çand û Hunera Demokratîk di navbera salên 2013-2016`an de li darxistine, bûye.

Hunermend Ismat Reşîd gelek berhemên xwe yên ku hewl dida pê dîroka Kurdistanê vejîne, peykerên şervanekî û şervaneke ku di destê wan de qumrî hene yên ku li qada Şehîdan li navenda Efrînê hatibûn danîn û peykera çarxeriya Newroz li dû xwe hiştin. Dagirkeriya Tirk hemû berhemên Ebû Corc şikandin bi taybet ya çarxerêya Newroz û li şûna wê ala Tirkiyê danîn.

Ebû Corc li Şehbayê

Tevî şert û mercên derketina bi zorê ji Efrînê û li gel tunebûna amûrên pê dixebite, karê xwe yê 45 salan berneda û dewam dike. Ebû Corc li Şehabyê, kevçî, kêr û amûrên biçûk di karê xwe de bi kar tîne.

Mala Ebû Corc li gundê El-Wehşiyeyê ji ber peykerên ku li ser mala xwe danîne tê naskirin.

Hunermend Ebû Corc ji ajansa me re axivî û got: “Ez şêwekarê welat im. Di dema niha de ji ber nebûna keviran ez çîmento bi kar tînim.”