HENAN MIHEMED / ANHA/HELEB

Dirûn û tedrîz pîşe û hunerekî welê ye ku jin wan bi rengê wan ên bedew tetbîq dikin. Gelek jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, hunerê destan ên ji dapîr û dayîkên xwe, diparêzin. Yek ji van jinan jî Cîhan Hemo ya 49 salî ye. Cîhan Hemo ji gundê Berko yê ser bi navçeya Mabata ya Efrînê ye. Cîhan a ku ji xwendinê û çûyîna dibistanê bêpar bû, ji zaroktiya xwe ve ji dayika xwe ferî hunerê karê destan û dirûna cilan dibe. Cîhan niha pembû didirû û morikan bi kefiyên Kurdan ve dike. Her wiha tedrîza kevn a bi navê “Qenewîç” bi rengê tenteneyên ser maseyan, televîzyonan û balîfan çêdike.

   

Ez dev ji karê xwe bernadim

Cîhan Hemo ne tenê karê destan dike, di heman demê de şitilgeheke wê ya biçûk jî heye û di mala xwe de  gelek cureyên şênkayî û gulan jî diçîne.Her wiha Cîhan parastina parçeyên şûnwarî ku dayîkan berê bi kar dianîn, dike. Tevî rewşên şer jî Cîhanê dev ji pîşeyên xwe berneda û li kêleka wê xwarin ji eniyên şer û şervanan re amade kir.

Ez li amûrên şûnwar geriyam

Cîhan Hemo wiha qala hunerê xwe dike: “Ez her tim li tiştên hunerên destan û komkirina amûrên şûnwarî geriyam. Lewma min hez ji edet û rêûresman dikir. Di destpêkê de ji bo xwedîkirina malbata xwe min kar kir û di demên şerê taxê de jî min karê xwe ranewestand. Tişta ez ji pîşeyên xwe  fêr bûme, dixwazim zindî bihêlim. Ev karê min yê destan û taybet bi kefiyan ve kirina morîkan, li pirraniya herêmên mîna Heleb, Efrînê, Cizîrê û Firatê, heta Lubnan, Elmanya, Tirkiyeyê û Şamê belav bû. Ji ber ku kesên vî karî dikin pirr kêm mane.”