"Me ji tineyî gulên zivistanê afirandin" navê yekemîn pêşangeha huner û karên destan a li bajarê Tebqayê ye. Pêşangeh li hola Navenda Çand û Huner hate lidarxistin. Di pêşangehê de tabloyên huner û karên dest ku ji bermahiyan hatina çêkirin, hatin pêşandan.
Di despêka pêşangehê de, beşê şanoyê şanoyeke komediyê pêşkêş kir.
Piştre pêşangeh ji aliyê şervanê QSD´ê Hesen Reqa ê di şerê li sijî DAIŞ`ê birîdar bûyî, hate vekirin. Beşdarên pêşangehê li hola pêşangehê geriyan û li tabloyên hunerî û karên destan temaşe kir.
ANHA / TEBQA