Hunermendan têbînî û peyamên ji Enfala Sedam û qirkirinên DAIŞ´ê filitî ji bo pêşangeheke li Londonê amade kir. Di pêşangehê de înstalasyon û resmên 18 hunermendên ji Başûrê Kurdistanê cihê xwe digirin.
Hunermendên ji Başûrê Kurdistanê, wê berhemên xwe yên ji serdema Sedam û DAIŞ´ê filitîn li Londonê nîşan bidin. Mînakên ji hunera Kurdî yên ji Başûrê Kurdistanê yên ku ji Enfala bi fermana Sedam Huseyin, sîlehên wî yên kîmyewî û kampên wî yên cezakirina komî filitîn wê bên nîşandan. Wekî din berhemên hunermendên ji Kurdistanê yên ji vandalîzma hovîtî û faşîzma DAIŞ´ê filitîn jî wê di heman pêşangehê de bên nîşandan. Ev pêşangeh wê temamê îro li galeriya navdar a Londonê p21 Gallery ya li King´s Crossê li mêvan û dildarên hunerê vedibe.
Hunermendên ji Başûrê Kurdistanê resm û înstalasyon çêkirin ji rolyefên Asûrî yên beriya mîladê 700 salan ku bi guleyên DAIŞ´ê hatine qulqulîkirin. Wan her wiha ji bermahiyên mezlûmên Kurd ên ji Enfalê mayî jî resmên Enfalê bi bîr dixin çêkirin.
Hunermendek, mirovek, qehremanek
Ev pêşangeh bi boneya 10 saliya komeleya Gulanê tê lidarxistin. Gulan weqfeke li Ingilîstanê ye ku armanca wê bipêşxistina çanda Kurdan e.
Hemin Hamîd yek ji hunermendan e ku berhemên wî di pêşangeha bi navê “Rêya di Kurdistanê re Dibihure” (Road through Kurdistan) de cihê xwe digirin. Di dema dagirkeriya DAIŞ´ê ya Mûsilê de wî derman û xwarin dibir Mûsilê û di heman demê de jî kronîka jiyana di bin nîrê zilma DAIŞ´ê de jî nivîsî. Herdu jî dikarîn bibin sedema kuştina wî.
Yek ji berhemên wî di pêşangehê de sê parçeyên tîravêjekî Asûrî nîşan dide; û ew parçe bi guleyên DAIŞ´iyan qulqulî bûne.
Ew dibêje, alîkarên insanî û hunermend, her sibeh wê ji maliyên xwe re notek binivîsandane, çi dibe çi nabe, belkî DAIŞ´ê ew bikuştana.
Merîwan Celal û Richard Wilding kuratorên pêşangehê ne û ji bo berhemên Hemin Hamîd dibêjin, “portrekirineke hunerî ya hêja ji bo mirov her roja Xwedê ji berdiliyên xwe re bibêje bi xatirê we. Di notan de ew dibêje, ‘Heger ez venegerim, heger hûn careke din min nebînin, ez hez dikim hûn zanibin, ez hez ji we dikim û ez gelekî li we difikirim.’ Ev tiştên ecêb xurt in û ev hemû wê tevî wergera xwe bê nîşandan.”
Şerê bi lîstokan
Wî înstalasyonek ji sîlehên lîstok ên zarokan jî çêkir. Ev sîlehên di pêşangehê de zarokên kur ji daran çêkirine; hunermend pê nîşan dide, zarokan tişta her roj didît kiriye parçeyek ji lîstik û lîstokên xwe.
Wêneyên kitêbên kevin ên ku Keşa Najeeb Michaeel xilaskirî jî wê bên nîşandan.
Bêhna gaza kîmyewî û Enfal
Di nava 18 hunermendan de ku berhemên wan tên nêşandan Rêbiwar Seîd jî heye. Rêbiwar Seîd pêşmergeyek bû. Nivîs û xêzkirinên wî ji bo dema piştî êrişên bi sîlehên kîmyewî yên Enfala hov, weke belgeyan in; qederê 200 hezar kesên ser û şûn kirî bi bîr tîne.
Di nava deftereke rojanenivîsê de Rêbiwar Seîd wê xof û tirsa dema êrişê dinivîse: “Dengê qêrîna hewaran dihat me. Stara ku nîvê hilweşiyabû, dihejijî. Her kesî dixwest di nava wê de bisitire. Bîhna gaza kîmyewî hate min û her kesî xwe avêt derve. Min maskeyê xwe yê li ser min, danî ser rûyê xwe û min jî bi bezê berê xwe da girên bilindtir. Heta ku ez gihiştim serê gir jî ez ranewestiyam.”
Pêşangeha Road through Kurdistan li P21 Galleyê îro vedibe û wê heta 26´ê Cotmehê jî li xelkê vekirî be.