Hunerê li ser hêkan
Eyda Hêkesorkê nêzîk dibe, çarşema pêşiya me jî Çarşema Sor a serê Nîsanê ye, yek ji cejnên herî mezin ên Êzîdiyan. Di herdu cejnan de jî cihê hêkê cihekî taybet e. Li gorî êzdayetiyê jixwe hêk sîmbola avakirina dinyayê ye, ew malzaroka dinyayê ye. Di gelek baweriyên din de jî wisa ye. Heta li cem Mezopotamyayiyên kevin, hêk weke sîmbola “kirasguhertinê” yan jî vegera ji mirinê jî dihat dîtin.
Li Mezopotamyaya kevin, hêkên hêştirmeyan ên neqişandî çandeke xweser e. Di hezarsalên sêyem, duyem û yekêm beriya mîladê de nîşana xweşhaliyê bû û tevî dewlemendên dimirin, di gorên wan de dihatin bicihkirin. Gelo ev jî ji bo vegera wan a li jiyanê bû yan na, ji wan pirsan e ku em ê bi bersiveke wan a vebirrî nizanibin.
Bi her halî tîmekî navneteweyî yê lêkoleran li ser hêkên hêştirmeyan ên neqişandî lêkolîn kir û hewl da li sirr û raza van hêkên Rojhilata Navîn û herêma Derya Spî yên serdema bronz û hesin, serwext bibe. Arkeologên ji Zanîngehên Bristol û Durham ên li Ingilîstanê li ser meseleyê xebitîn. Wan berê xwe da 5 hêkên hêştirmeyan ên ji Misrê û Mezopotamyayê yên ji serdema hesin. Bi xêra lêkolînên li ser îzotopan, ew pê hesiyan ku hêk ji deverên cihê yên cografî hatine, neqişandin û teknîkên wan jî îşaret pê dikin ku li dinya berê, ticaret ji ya em lê difikirîn belavtir û buhatir bûye. LONDON