
YAŞAR AKSÛ/ANHA/MÊRDÎN
Hunermendê Kewandin û Rolyefê Mehmet Selîm Gokçen got, ew li ber asîmîlasyonê radibe û bi rêya hunerê xwe têdikoşe.
Hunermendê Kewandin û Rolyefê Mehmet Selîm Gokçen ê 63 salî, ku li navçeya Mêrdînê Qoserê ji dayik bûye, behsa hunerê xwe û mîsyona wê kir.
Mehmet Selîm Gokçen diyar kir ku huner afirîneriya aqil û mejî ye, pê dîrok tê nivîsandin û got, huner ne bi hejmarê lê bi kûrahî û perwerdeyê dikare bê afirandin.
Gokçen got, “Huner, tiştekî genetîk nîne. Ez ji xwe dizanim. Di zarokatiya xwe de, ez xwendekarek bûm ku bala wî li ser huner, li ser xêzkirina wêneyan hebû. Timî di nava lêgerînekê de bûm. Her çend ji mîmarên hostayê kevirê Mêrdînê jî bim, bi salan lêgerîna min a li ser wêne û huner carinan bi çêkirina peykeran dewam kir. Li Stenbolê, di pêşangehekê de hevalekî min ê hunermend pêşniyaz li min kir ku wêneyên kewandinê çêkim, tabloyên bi vî rengî çêkim. Piştî ku vegeriyam Mêrdînê, min zehmetî kişand ku textê karibim li ser neqşê bikim, bibînim. Di destpêkê de min kontrplakên du deriyên berê li atolyeyeke mobîlya girt û tabloya Hz. Îsa li ser çêkir. Min fêhm kir ku ev texteyê bi kar tînim, ne yê rast e. Piştre min textê rast peyde kir û dest bi neqişandina çanda Kurd û xeml û rewşa Rojhilata Navîn kir.”
Bêhnfirehî ji bo kar û ber
Gokçen dibîje, ew hunermendekî Kurd e û hewl dide neqş, çîrok û navên nemir ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hunerê xwe derxîne holê û bineqişîne. Gokçen got, “Dizanim ku ji bo huner divê bêhna mirovan fireh be. Bi vê hesasiyetê, ez bi sebir dixebitim û hildiberînim.” Gokçen anî ziman, ku ev 8 sal in ew bi rengekî profesyonel vî hunerî dike.
Gokçen got, “Ez xwendekarên emrê wan piçûk, ku ji aliyê Muzeya Mêrdînê ve hatine şandin, perwerde dikim. Li Atolyeya xwe ez wan perwerde dikim, ji wan zêdeyî 15 perwerdekarên dixwazin weke hobî vî hunerî bidomînin hene. Îsal li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, min perwerdeya wêne û peykertraşiyê weke dersên çand û huner dan. Ez bê navber dersên vî hunerî didim.”
Qeyûm hat û huner çû
Gokçen diyar kir ku koleksiyoneke wî ya taybet heye û da zanîn, ku piştî qeyûm hat tayîn kirinî şaredariyê, ew bi aqûbeta tabloyên xwe yên li ser daxwaza şaredariyên li Kurdistanê amade kirî û radestî wan kirî, nizane. Gokçen got, “Zêdeyî 100 koleksiyonên min ên taybet hene, ku navên Derwêş û Adulê, Rustemê Zal, Şahmaran, Ahûra Mazda, Kawayê Hesinkar, Celadet Bedirxan, Ehmedê Xanî, Yilmaz Guney, Ayşe Şan, Osman Sabrî, Hamûrabî, Aram Tîgran û Cegerxwîn hene. Mîna Şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê gelek şaredariyên me tabloyên taybet xwestin. Min jî amade kirin û ew tablo dan wan. Ez nizanim, piştî tayînkirina qeyûman çi bi serê wan tabloyan hatiye.”
Di dawiya axaftina xwe de Gokçen got, çand û huner, şop û birînên şer dikewîne û wiha peyivî: “Huner rehabîlîte dike. Çand û huner, ruhên mirî xwedî dike, zindî dike. Êşên hatine serê civaka me bê dawî ne. Bi rêya çand û hunerê xwe, divê em li ber vê rawestin. Nabe ku em bandora rahabîlîteker a huner ji nedîtî ve bên. Divê em hê bêhtir piştgiriyê bidin saziyên xwe yên çand û hunerê.”