
Şêwekarên navçeya Seyîdsadiq xemgîniya xwe ya ji ber paşguhxistina hunerê şêwekariyê îfade kir û diyar kir ku divê hunermend pirsgirêkên xwe baş bizanin û ji bo dûrketina ji huner li hincetan negerin.
Ji şêwekarên navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, Omer Elî diyar kir ku li navçeya Seyîdsadiq hunera şêwekarî weke pêwîst nîne û heta astekê paşketiye û got: “Ev ne ji ber wê ye ku hunermendên şêwekarî nînin. Sedemên din hene.”
Elî têkildarî sedaman axivî û got “ Heta niha navendeke me ya taybet ji bo hunermendan nîne. Ji bo ku em li wir kom bibin û nêrînên xwe bînin ziman. Ew pêşangehên huner ên şêwekariyê yên hatine vekirin û kursên fêrbûna şêwekariyê, hunermendên me weke erkekê ev kar kirine. Di vê demê de pêwîstiya me hunermendan jî heye ku piştigiriya me ya madî were kirin.”
Şêwekar Fazil Osman jî anî ziman ku wênekêşî hunereke cuda ye got: “Hunerê wênekêşiyê ji hunerên din cûdatir e. Bi vê hunerê mirov dikare simayên ciwan yên her gel û neteweyekê bide nîşandan. Bi rêya wêne mêjûya gelekî hatiye pêşkêş kirin. Lê mixabin li vir tu giringiyek bi vî hunerî nehatiye dayîn. Cihê ku me kêfxweş dike hunermendên şêwekariyê ne.”
Divê hincet nebin asteng
Fazil Osman jî got, her çendî rewş nebaş be jî hin kesên elaqedar hene û got: “Ez çend kesan nas dikim ku karinên wan yên baş derbarê wênekêşiyê de hene. Lê dibêjin, em hunermend di çi rewşê de ne, ji ber wê ew jî naxwazin werin di nava karê hunerî de û bi şêweyekî akademîk giringiyê bidin karên xwe.”
Xwendekarê qonaxa çarem a Peymangeha Hunerên Ciwan a Helebceyê yê beşa Şêwekariyê, Mihemed Elî jî got: “Divê hunermend hemû pirsigrêkên xwe baş bizanibin û ji bo dûrketina ji huner li hincetan negerin.”
HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS/SEYÎDSADIQ