Hevjînên bi navên Ahmet Babur û Rûşen Yakut li Amedê dijîn, hunerên destan ên 3 sal berê wek hobî çêdikirin, bi pêş xistin. Babur û Yakut, nêzî 3 meh berê li semta Ofîsê kargeheke biçûk vekir û li wir hunera xwe diafirînin.

Rûşen Yakut dema ji beşa civaknasiyê mezûn bû û kar bi dest nexist, dest bi çêkirina qolye, guhar û berzendkên otantîk kir. Yakut pêşî xişirên ku çêdikirin li kuçeyan difirotin û paşê jî bi pereyê ku bi dest xistiye, dikanek vekir.
Yakut destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe ve xwestekeke wê ya wisa hebû û anî ziman ku herî zêde çêkirina qolye û guharan wê kêfxweş dike û wiha got: “Dema malzeme hildibijêrim herî zêde çanda herêmê esas digirim.”

Hunera ji êzingan

Ahmet Babur ku Mamostetiya Zanyariyên Civakî xwendiye, lê naxwaze vî karî bike, li kargehê ji textan mase, kursî û hwd. çêdike û her wiha ji êzing û hejikên ku berhev dike jî saet, sênî û gelek amûrên xeml û xêzê çêdike. Babur anî ziman ku wî ewil tevî hevjîna xwe bi çêkirina xişiran dest bi vî karî kiriye, lê paşê wî kişf kiriye ku dê bi texte, êzing û hejikan tiştên xweştir çêke. Babur got ku ew li çol û çeperan êzing û hejikan berhev dike û wan di çêkirina gelek amûrên xeml û xêzê de bi kar tîne. 


DÎHABER/AMED