Hunermendên Kurd: Em dibînin ku dixwazin gelê Kurd tine bikin û dizanin ku bêdengî û bêhelwêstiya li pêşberî vê yekê tê wateya piştevaniya faşîzmê. Bi navê hunermendên neteweya Kurd em dixwazin destnîşan bikin ku pêwîstî bi konferanseke neteweyî heye.

Hunermendên Kurdistanî li bajarê Elmanyayê Kolnê civîneke dîrokî li dar xist. Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Zozan, Hozan Comerd, Hozan Şemdîn, Şehrîbanê Kurdî, Beser Şahin, Ali Baran, Amele, Hozan Diyar, Hozan Serdar, Emekçi, Hozan Aydın û Hekim Sefkan û bi sedan hunermend beşdarî civînê bûn. Di encama civînê de daxuyaniyeke hevpar hat dayîn ku mohra hunermendên weke Çopî, Nîzamettîn Ariç, Necmedîn Xulamî, Hesen Şerîf û Ciwan Haco jî hebû. Di vê daxuyaniyê de hunermenda banga konferanseke neteweyî kir û bang li dinyayê jî kir ku êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Kurdan rawestînin. Hunermendan her weha kordînasyoneke yekîtiya hunermendan jî ava kir da ku pêşengiyê ji çalakiyên medenî re bike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi serkêşiya dewleta Tirk li dijî Kurdan êrişên qirkirinê dest pê kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk bi vê êrişa dagirkeriyê bi rengekî eşkere dibêje, li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, ew ê hebûna gelê Kurd, destketî û statuya Kurdan ji bo xwe weke dijmin bibîne, dixwaze hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan ava bike. Hunermendan dest nîşan kir ku Rojava li dijî vê yekê berxwedana rûmetê dike.

Hunermendan diyar kirin, ku Şoreşa Rojava nîşan da ku berxwedaneke rêxistinbûyî nikare bê têkbirin, ew bûye sembola mirovahiyê û wan got, “Ji ber vê yekê niha gelên dinyayê hemû li dijî vê qirkirinê helwêstê nîşan didin.”

Yekîtî li ser me ferz e

Hunermendan ragihand ku bûyerên diqewimin ji bo Kurdan destnîşan dikin ku bêyî Kurd bibin yek, bêyî têkoşîneke hevpar bikin, wergirtina destketiyên nû li aliyekî, wê yên heyî jî ji dest bidin. Hunermendan destnîşan kir ku heger destketiyên gelê Kurd wê bên parastin, hingî ev yek bi hêz, ast û serketina têkoşîna li çar parçeyan, bi yekîtiya neteweyî dibe. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa heyî ya parçebûyî dikare bibe sedema berdêlên giran ku telafîkirina wê ne mumkin be.

Konferansa neteweyî divê çêbe

Hunermendan bi daxuyaniyê got, “Di pêvajoyeke wiha de ku hemû hevsengî ser û binî hev bûne, em hunermend dibêjin, ji bo pêkhatina konferanseke neteweyî em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin. Em dizanin ku hunermend wijdanê mirovan in. Wijdan jî her tim alîgirê azadî, afirînerî, rastî û mafdariyê ye. Em dizanin ku bi hev re em ê xurttir bibin.”

Hunermendan got, ew dixwazin ji bo konferansa neteweyî pêşengiyê jî bikin û wan wiha dewam kir: “Bûyerên ku di Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de li Rojhilata Navîn diqewimin fikarên me mezin dikin. Ya herî girîng jî em dibînin ku dixwazin gelê Kurd tine bikin û dizanin ku bêdengî û bêhelwêstiya li pêşberî vê yekê tê wateya piştevaniya faşîzmê. Ji ber vê yekê em dibêjin, em ê li pêşberî êrişên li dijî jiyana hevpar û hêviya jiyana nû ku di şexsê êrîşên li dijî Rojava de tên kirin, em ê ti carî bêdeng nemînin, bi navê hunermendên neteweya Kurd em dixwazin destnîşan bikin ku pêwîstî bi konferanseke neteweyî heye.”

Êrişên qirkirinê rawestînin

Daxwazeke hunermendan a sereke ji dinyayê jî weke bidawîkirina êrişên qirkirinê hat îfadekirin.

Her wiha koordînasyona yekîtiya hunermendan ava kirin û wê li her devera ku lê ne pêşengiyê ji çalakiyan re bikin.

Hunermendên ku mohra wan li binê daxuyaniyê heye ev in:

Çopy, Xemgin, Diyar, Sivan, Nizamettin Arıç, Seyitxan, Sosin, Deniz Deman, Bülent Turan, Farqin, Memo Gül, Merdan Zirav, Yasin Kav, Mazlum Rewşen, Ali İkizer, Ozan Serdar, Ali Baran, Emekçi, Ferhat Tunç, Mikail Aslan, Cemil Koçgiri, Şemdin, Necmedîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ciwan Haco, Armanc, Kerîmo, Beyto Can, Awaz Barış, Kemal Gorgo, Remzi Açıkgöz, Azad Şamsedîn, Arî Aqreyn, Dîyare Kurd, Kerîm Nacar, Rozerîn Kahraman, Ardelan Helbestvan, Kamuran Simo- Nivîskar, Kawa-Şanoger, Stêr Kurdaxî, Gürsel Dayan, Mele Ahmed ê Namî- Helbestvan, Hesen Mele, Evîn Akbaş, Cemîla Pîrê, Welat Kobanê, Narîn Feqe, Elî Şakir, Adil Feqe, Xerîb, Selah (Kurê Bavê Selah), Şêro Oslo, Kadir Çelîk-Helbestvan, Ednan Doxan- Helbestvan, Murat Kobanê, Hayatî, Ezîz Mardîn, Goran Bekir, Roj Kerîm, Qadir Essed, Dilyar Ahmed, Firat Ceweri, Rohat Alakom-Nivîskar, Ahmed Hiseynî- Helbestvan, Dorpeç Kobanê, Îbrahîm Kevo, Suad Alican, Reşo Eyşan, Emîr Xeyatî, Bekir Hiseyn- Nivîskar, Hecî Kardoxî- Aşitî Radyo, Dilşan Pîrdawud, Hesen Lor, Ferit Zedan.

 

KOLN

 

Em li dîwana şehîdan in

   

Di civînê de Hozan Comerd jî peyivî û got, “Em li dîwana şehîdan in. Qazî Mihemed di wesiyeta xwe de digot, ´Hez ji qenciyên dijmin nekin. Ji kirêtiyên Kurdan jî hez bikin.´ Rohniya Ocalan û şehîdan gelê Kurd bi dinyayê dan nasîn. Em divê layiqî rêberê xwe û şehîdên xwe bin û têkoşînê xurt bikin.”

 
 

Dixwazin korîdoreke Tirk çêkin

   

Di civînê de Şivan Perwer jî peyivî û got, “Dixwazin ya ku doh li Şengal, Kerkûk û Efrînê tekrar bikin. ji bo vê divê her Kurd li dinyayê dostan çêke. Divê em dîplomasiyê ji dewletên dagirker re nehêlin. Çi elewî, çi Êzîdî, çi Şebek, Xiristiyan û Cihû; Kurdistan welatê me ye. Armanca me divê azadî be.”