Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Hunermend Dilgeş Hesen roja 30´ê Tebaxa 2015´an li ser rêya gundê Maşûq ê Tirbespiyê di encama qezayeke tirafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Dilgeş Hesen di destpêka şoreşa Rojavada cihe xwe girt. Bi armanca oxirkirina cenazeyê Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Dilgeş Hesen li pêşiya Navenda Çand û Hunerê merasîmek hat lidarxistin û bi hezaran kesên ji derdora Tirbespiyê di merasîmê de hazir bûn.
Piştî merasîm bi dawî bû cenazeyê têkoşer Dilgeş Hesen li goristana şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê spartin axê. Konê sersaxiyê jî li pêşiya mala bavê têkoşer Dilgeş a li taxa Qudorbeg a bajarê Qamişlo hate vegirtin.
QAMIŞLO