Kemendî ku pêr  rakirin Nexweşxaneya Tewhîd li bajarê Sineyê, doh serê sibehê li heman nexweşxaneyê dilê wî rawestiya û çû ser dilovaniya xwe. Hat hînbûn ku doh di saetê êvarê de cenazeyê Kemendî pitşî wecîbeyên olî yên li mizgefta Meleweysî ya Sinê hate definkirin.
Kemendî ji xeynî şarezatiya di warê muzîkê de, di warê nîgarkêşî, şanogerî, sînema û edebiyata Kurdî de jî pispor bû û 35 salan di beşa Kurdî ya radyoya Sine de kar kiribû.  Di sêyemîn sala pêşkêşkirina xelata hunerî ya Mamlê de ku sala 2011’ê li Hewlêrê bi rêve çû, xelata salê pêşkêşî Ebas Kemendî hat kirin, lê navbirî ji ber rewşa nebaş a tendirustiyê nikarîbû beşdarî merasîmê bibe.
Heta niha tenê bi navê „Gelawêw“, „Hewraman“, „Pirşeng“ û „Kijî Kurd“ çar albûm ji berhemên Ebas Kemendî hatine weşandin.