KAKŞAR OREMAR
Hunermendê Kurd Erdelan ku çalakvanê kar û xebatên çand û hunerî yê, ji hêla îstîxbarata Îranê ve hat girtin. Erdelan rêveberê Koma Telgramê ya bi navê ‘Kom Muzîk’ bû ku tenê stran û klîbên bi zimanê Kurdî ji hunermendên çar parçeyên Kurdistanê re belav dikir. Zêdetirî 40 hezar endamên komê hene ku bi gelemperî ji Kurdên Xorasanê ne. Di demekê de ku kom hatiye blokekirin, hunermend Erdalan bi dehan caran rastî gef, lêdan, biçûkxistin û bêrêziyê hatiye. Di dawiya dawîn de jî rejîma Îranê salekê cezayê girtîgehê li hunermend Erdalan birrî û ew xistin girtîgeha bajarê Bunûrdê.
Her xebatê wekî sûc nîşan dane!
Nûrmihemed Efşar ê 55 salî heta niha gelek caran hatiye girtin û niha jî bi tewanên wekî ‘Antîpropagandaya li dijî sîstema desthiltdar a Îranê yên bi armanca lihevxistina ewlehiya millî’ , ‘Vexwendina xelkê ji bo serhildan û şoreşa li dijî rejîma Îranê’ , ‘Dan û standinên bi Kurdên Rojhilatê Kurdistanê re û bi taybetî jî hatin-çûyîna nava Kurdên wilayeta Urmiyeyê’ , ‘Peywendiyên bi rêxistinên siyasî yên li Kurdistanê û derveyî sînorên Îranê’ û ‘Hewldanên wî yên bi rêya hunerê ji bo şiyarkirin, hevnasîn û hevgirtina Kurdan bi rêya stran û muzîkê’ tê sûcdarkirin.
Hat zanîn ku hêzên îstîxbaratê yên rejîmê, hunermend Erdalan deh rojan li bajarê Bucnurdê girtine û piştî lêpirsînê jî ew sewqî dadgeriya şerîata îslamî kirine. Dadgeriyê jî di 10’ê Hezîranê de Erdelan şandiye zindana navendî ya bajêr. Hunermend Erdelan kezeba wî diêşe û ev jî metirsiyê li ser jiyana wî çêdike. Erdalan, ji şêniyên bajarê Şêrwan ê bakurê Xorasanê ye.
Ti agahî nayê wergirtin
Ji ber zexta giran a rejîma Îranê, kes nawêre behsa girtin û gefxwarinên li dijî çalakvanên siyasî, ferhengî û hunerî yên Kurdên Xorasanê bike. Heta ji bo amadekirina vê nûçeyê jî kesek ji malbata Erdelan amade nebû ku agahiyên zelal û pêwîst bi me re parve bike.