Tembûrvan, bisqjen û şair Seîd Yûsiv ê ku ev demeke dirêj ji ber nexweşiyê li Stenbolê dihat dermankirin, doh wefat kir. Seîd Yûsiv ê ku ji Qamişloyê ye, sala 1966´an dest bi muzîkê kiriye. Ji bilî besteyên wî yên bi Kurdî wî ji hunermendên Ereb re yên weke Semîra Tofîq re jî beste çêkirine. Ew destpêka salên 1970´yî tevî Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir û Mihemed Emîn Kîkî di koma Newrozê de cihê xwe digire. Wî qederê 30 kasêtan derxitsin û 150 helbest jî nivîsandin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN