Qedrê 60 hunermendên navdar ên Kurd wê li bajarê Elmanyayê Kolnê bicivin û bi stranên xwe piştgiriyê bidin berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Tirk. Hunermend hemû gelê Kurd û dostên wan vedixwînin cihê çalakiyê. Hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo parastin û misogerkirina destketiyên Rojavayê Kurdistanê di nava hewldanan de ne. Qederê 60 hunermendî wê 15´ê Mijdarê saet 18´an li Kolnê ji bo Rojava stranên neteweyî û şoreşgerî bibêjin. Ew ê balê bibin ser berxwedana mezin a li dijî dagirkeriyê û hewldanên qirkirinê ya dewleta Tirk.

Cihê Çalakiyê wê hola Eurosaal be ya li navnîşana Vitalisstraße 308, 50829/Koln.

 

KOLN