EHMED SEMÎR / ANHA/QAMIŞLO

Hunermend û rewşebîrên Kurd li bajarê Elmanyayê Kolnê dest bi înîsiyatîfa piştevaniya keda ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê kir nexasim jî beramberî hewldanên qirkirina miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Armanca însiyatîfê danîna nexşerêya rûniştina tevahiya hêzên Kurdistanî li ser maseyekê û avakirina lêvegereke Kurdî ye.

Di vî warî de hunermend Danîş Botan bal bire ser vê înîsiyatîfa hunermendên Kurd û got, “Ev înîsiyatîf pîroz e” û diyar kir ku xewna hemû hunermend û Kurdan e ev.

Li ser rola hunermendan wî got, “Huner, enerjiya şoreş û civakan e û rêbaza teşwîqkirina parastina xak û rûmetê ye. Huner, exlaq û wijdanê civakê ye.”

Botan daxwaz ji hunermendan kir da ku piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, piştevaniya têkoşîn û berxwedana wan li hember êrişên qirkirinê ku gelê Kurd dike hedef jî bikin û piştrast kir ku hunermend dikarin yekitiya xwe û yekitiya refa gelê Kurd pêk bînin.

Hunermend Danîş Botan di 1987’an de dest bi xebata hunerê kir û rejîma Sûriyê ew di 1988’an xist hepsê û 3 salan hepsî ma. Ew jî ji ber hildana al û sembolên Kurdî li ser baniya hin dibistanan bû. Piştre 1994’an ew tev li Koma Botan bû û heta niha jî tê de ye. Zêdetirî 300 stranên wî hene.