Hunermenda Kurd a li Holanda, Naaz Mohammed (weke Naaz navdar e) di Pêşbirka Behremendiyê ya Ewrûpî ya sala 2020´an de du xelat wergirtin.
Naaz Mohammed a 21 salî ji Başûrê Kurdistanê ye û welatiya Holanda ye. Di Pêşbirka Behremendiyê ya 2020´an a Ewrûpî ya ji bo muzîkê de îna bihurî ew yekane kes bû ku du xelat wergirtin. Pêşbirk îsal li Holanda hatibû lidarxistin. Navê pêşbirkê fermî “The Music Moves Europe Talent Awards” e.
Naaz ji 8 serketiyên pêşbirkê bû ku juriya wê ew hilbijartibûn. Ji bilî vê xelatê wê xelata tercîha guhdarên muzîkê jî wergirt.
Naazê serê pêşî berhemên xwe bi keyboardeke midi hildiberandine. Pêşî dêûbavê wê zêde destek nedane wê, lê niha bûne “fan”ên wê yên herî mezin. Wê beriya niha jî gelek xelatên mûzîkê wergirtibûn.
NAVENDA NÛÇEYAN