Li ser navê koma TEV-ÇAND’ê Şîrîn Alma axivî û anî ziman, ku ew ê heta azadiya Ocalan çalakiya xwe bidomînin û ti carî ji têkoşînê venegerin. Şîrîn Alma bal kişand ser êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd, ku di şexsê Hevserok û parlamenterên HDP’ê de hatin kirin û anî ziman, nêzîkatiyeke ‘korsanî’ ya dîlgirtinê li parlamenterên wan hatiye nîşandan.
Alma da zanîn, tevgera azadiyê ya Kurd siyaseteke demokratîk meşandiye û bang li gelê Kurd û demokratên Tirkiyeyî kir, ku beşdarî çalakiyên berxwedanê yên li dijî dîlgirtina HDP’yiyan bibin.
STRASBOURG