Hunermend Mehabad ji xwe re atolye û galeriyeke taybet a cihê kar bi navê Ahura li Silêmanî vekiriye. Ew di vî cihê xwe yê kar de hem dixebite hem jî berhemên xwe difiroşe. Ji bo karê wê cuda û balkêş were dîtin, ew axa sor di karê xwe de bi kar tîne.
FIRIŞTE MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Jina hunermend, Mehabad Cemal li Silêmanî bi hunerê xwe yê ku ji seramîkê çêdike, bûye parêzvana dîroka serdema Zerdeştiyan. Herwiha bi hunerê xwe dixwaze nasname û ola Zerdeştî jî biparêze.
Mehabad Cemal bi karê xwe yê hunerî, hewl dide kelûpelên dîrokî yên ola Zerdeştî çêke û dubare bi welatiyan bide nasandin.
Mehabad sala 1983’an li taxa Serşeqam a Silêmanî ji dayîk bûye. Dayîka zarokekê ke. Ji ber heskirina xwe ya ji dînê Zerdeştî, navê kurê xwe xistiye Ahura ku navê xudayê tekane yê ola Zerdeştî ye.
Mehabad li ti dibistana bilind a hunerî nexwendiye. Wê sala 1997’an li Peymangeha Teknîkî ya Silêmanî beşa Kargêrî temam kiriye. Niha jî di Rêveberiya Hunerê Şêwekariyê ya Silêmanî de wekî karmendekê kar dike.
Li ber destê hosteyan fêr dibe
Mehabad piştî ku zanîngehê diqedîne, dixwaze xwe fêrî karê çêkirina cerikên ku bi seramîkê çêdibin, bike. Destpêkê xwe fêrî çêkirina cerikan dike. Piştre jî hewl daye xwe fêrî çêkirina tiştên din jî bike. bi vî rengî xwe li estetîkeke jji seramîkan ceribandiye.
Mehabad ji bo xwe di vî karî de bi awayekî profesyonel bi pêş biêxe, diçe li gel pisporê çêkirina vî karî, Mamosta Qadir Mîrxan 5 salan kar dike. Piştre li gel çend mamosteyên din yê vî karî, di çêkirina peyker û projeyên cûda de karê xwe dewam dike.
Axa sor ji Kerkûkê tîne
Hunermend Mehabad, hertim xwestiye karekî cuda û balkêş bike. Hertim xwestiye li gora serdemê karekî nû bi dîzayneke nû çêke. Niha jî mijûlî çêkirina wan kelûpelan e ku wekî sembol di dînê Zerdeştî de têne bikaranîn û nasîn.
Hunermend Mehabad ji xwe re atolye û galeriyeke taybet a cihê kar bi navê Ahura li Silêmanî vekiriye. Ew di vî cihê xwe yê kar de hem dixebite hem jî berhemên xwe difiroşe. Ji bo karê wê cuda û balkêş were dîtin, ew axa sor di karê xwe de bi kar tîne. Ew vê axê jî ji derdora Kerkûkê tîne Silêmanî, pê karê xwe dike.
9 sal ji bo Atêşgeha Zerdeştiyan
Mehabad diyar dike ku ji bo çêkirina her berhemê, rojekê yan jî zêdetir li ber dixe û dixebite. Hinek kar jî ji bo wê karên bi salan in, lewma qedandina wan gelekî kişandiye. Mesela, li Atêşgeha Zerdeştiyan, ji bo cihê agir tê de tê pêxistin çêke, 9 salan çixuliye heta ku ev karê xwe temam kiriye.
Cudatir ji karê çêkirina kelûpelên dîroka Zerdeştî, giringî bi çêkirina xenceran jî dide. Gava ku sedemêm çêkirina xencerê jî rave dike, hunermenda jin dibêjê, gelê Kurd gelekî welê ye ku hertim rastî êrişê hatiye, hertim jî xwe parastiye. Xencerên ku çêdike, bi awayekî piçûk û kurt çêdike. Sedema çêkirina xenceran a bi vî rengî jî ew wiha rave dike: Xencera dirêj sembola êrişkariyê, xencera kurt jî sembola xweparastinê ye.
Ji bo debarê jî ji bo kelepûrêî jî dike
Hunermend Mehabad diyar dike ku niha gelek welatiyên Silêmanî û ji derveyî Silêmanî, rojane serdana atolye û galeriya wê dikin, û li berhemên wê dinihêrin û dikirin.
Hunermend Mehabad Cemal, ezmûna 20 salan a vî karê xwe û berhemên vî karî di firoşgeha xwe de kom kirine. Van berheman difiroşe. Hem debara xwe pê dike hem jî ji bo kelûpelên dîrokî yên çanda Kurdewarî û dîroka dînê Zerdeştiyê winda nebe ew jî dibe xwediyê kedeke diyar.