Kaethe Kollwitz yek ji hunermend muhim ên sedsalên 19 û 20´an bû. Ew 8´ê Tîrmeha 1867´an hatibû dinê û 22´yê Nîsana 1945´an jî wefat kiriye. Niha jiyan û berhemên wê li Londona Ingilistanê bi pêşangehan heta Kanûna îsal tê danasîn. Wê resm xêz kirin, ji çapê re resm amadekirin û peykertraşî jî kir. Dewrên wê yên hunerî yên herî navdar The Weavers (Tevnjen) and The Peasant War (Şerê Gundiyan) tesîrên xizanî, birçîmanê û şer li ser çîna karker nîşan didin. Wê realîzma destpêkê zû li pey xwe hişt û berhemên wê bêhtir nêzî Expresyonîzmê ne. Hêjayî gotinê ye, Kaethe Kollwitz yekem jin e ku li Akademiya Huner a Prûsyayê hat hilbijartin û bû xwedî kursiyeke profesoriya rûmetê jî. 

 

 LONDON