
YEKO ARDIL/BERLIN
Di semînera li Civata Rewşenbîrên Azad ên li paytexta Elmanya Berlînê de hunermendê Kurd Tehsîn Taha hat bibîranîn. Di semînerê de nivîskar- lêkolîner Ahmed Balayî û Bedirxan Taha li ser jiyan, têkoşîn û hunera hunermend Taha axivîn.
Gotara bîranîna hunermend Tehsîn Taha ji aliyê nivîskar Ahmed Balayî û birayê Tehsîn Taha Bedirxan Taha ve hat pêşkêşkirin û semîner ji aliyê Kurmanc Hariky ve hat birêvebirin.
Şalûl û bilbilê Kurdistanê
Nivîskar-lêkolîner Ahmed Balayî di destpêka gotara xwe de diyar kir ku zehmet e mirov bi gotinan Tehsîn Taha bîne ziman, ew şalûl û bilbilê devera Behdînan û yê Kurdistanê bû. Balayî wiha peyivî: “Mirov çiqas jî biaxive têrî nake, lê ya rastîn dilovanî, mirovayetî û kurdperwerî nasnameya hunera wî bû. Xwediyê hesteke nazik, wijdanekî tenik û navekî pîroz bû. Aşiqê aştî, azadî û yeksaniyê bû.”
Jînenîgeriya Hunermend Taha
Lêkolîner Balayî jî li ser jînenîgeriya Hunermend Tehsîn Taha weha gotara xwe pêşkeş kir: “Ji binemaleke rewşenbîr û hunermend kurê hunermend Taha Selîm bû. Sala 25.05.1941´ê li Amêdiyê hat dinê. Hunermend Taha ji ber karê bavê xwe neçar ma zarokatiya xwe li deverên wek, Duhok, Zaxo û Mûsilê derbas kir. Ji ber beşdariya serhildaneke li bajarê Mûsilê, neçar ma vegere Amêdiyê û xwe veşêre. Sala 1960´î li Bexda di Peymangeha Hunera Bedew de berdewam kir. Sala 1961´ê tevli nav refên pêşmergeyan bû. Sala 1963´an li Bexdayê hat zindanîkirin. Li gel tevahiya zext, girtin û pêkutiyan jî sala 1964´an wek mamoste li dibistana Seretayî ya Sirûd û Stranan a li Mexmûrê dest bi kar kir. Tevahiya jiyana wî di nav xebata hunerî û têkoşîna azadiyê de derbas bû.Taha 28.05.1995´an li Hollandayê ji ber ku dilê wî sekinî, jiyana xwe ji dest da. Di 4´ê Hezîranê de li bajarê Amêdiyê li gorî wesiyet û daxwazên wî hat veşartin.”
Hunera wî
Nivîskar Balayî bi berdewamî hunera Taha weha vegot: “Piraniya stranên wî ji tekst û awazên wî bi xwe bûne. Hindek jî yên helbestvanên wek: Dr. Bedirxan Sindî, Feysel Mistefa, Taha Mihemmed Selîm, Rêkêş Amêdî, Emer Mûsa û Ferset Dostkî jî di nav de helbestên gelek helbestvanan jî kirine stran û çend stranên Soranî jî gotine.
Tehsîn Taha sînor nas nedikirin, ne di nav parçeyên Kurdistanê û ne jî di navbera çand û gelan de, her di ser sînoran re ber bi keleha hunerê ve diçû.
Bi dehan stran li Radyo Îzge û li Bexdayê tomar kirine û 8 albûm û bi dehan jî kasetên wî hatine tomar û belavkirin.”
Hunermendên Bakur gotinên stranên wî bi şaşî dibêjin
Di semînerê de birayê hunermend Tehsîn Taha, Bedirxan Taha jî ji ber sazkirina semînera bîranînê spasiya civatê kir û pirtûka ku li ser jiyan û hunera Tehsîn Taha nivîsandî da nasîn. Taha da zanîn ku gelek hunermendên Bakur gotinên stranên Tehsîn Taha bi şaşî dibêjin ji ber wê jî wî hewl daye ku di pirtûkê de gotin û notayên wan jî bi tîpên latînî deynin da ku hunerhez û yên Tehsîn Taha ji xwe re wek îdol dibînin jî bi dirustî jê îstîfade bikin.
Tehemula Birakujiyê Nekir
Bedirxan Taha weha dewam kir: “Piştî koça dawî ya dayik û bavê me, Tehsîn di nav malê de ji me re wekî bavekî bû. Mirovekî wêrek bû ku ev pir kêm bi hunermendan re dihate dîtin. Salên dirêj di nav cengê Baasiyan de li Bexda û Duhokê li têkoşîna xwe dewam kir. Kurdiniya wî bêşik ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bû, milkê miletê Kurd e. Çûyîna wî ya derve jî ji ber birakujiyê bû, hîç tehemul nedikir, digiriya û kulm li neynikê dida, dawiyê jî terka welatî kir. Bedirxan Taha herwisa diyar kir ku Tehsîn di zaroktiyê de her guh li Mihemmed Arif û Hesenê Cizîrî bû. Li ser hunera wî bandora wan gelek e.
Hunermend Tehsîn Taha li dû xwe ekoleke hunerî, Destar, Ey felek, Darvanî me darvanî, Miletê me nemir e û Ey şehîdan jî di nav de bêtirî 120 stran, awaz û newa hiştin. Taha sala 1994´an tevlî tevahiya pîrozbahiyên Newrozê yên li Hollandeyê bû, vê jî kir ku birêveberiya PDK´ê li başûr jê aciz bibe û kir ku biryarê bide li Holanda bimîne. Demeke kurt paşê teşxîsa nexweşiya pençeşêrê hat danîn û dûrî welatê xwe Kurdistanê roja 28´ê Gulana 1995´an rehmet kir. Tehsîn Ta ha wekî din di dema amadekariyên yekemîn televîzyona satelîtî ya Kurd MED TV´yê de bi heyecaneke mezin cihê xwe girt û dîmenên wî yên dawî jî di dîwanên ji bo MED TV danî de hatine girtin.
Bêrîvanê
Bêrivanê mal wêranê Şêrînê wey bê xudanê Zerka te bo çi vala ye Meşka te bo çi qetiya ye Bêrivanê mal wêranê Şêrînê wey bê xudanê
Pezê te bo çi yê mit e Belavê ev ro kit kit e Berîyê bêje şivanî Guh bide pezê xudanî Berîvanê mal wêranê
Bêrîyê bêje bêrîya Esmer û can û zeriya Nêzîke ew bihar bêtin Ew bihara pez bizêtin Bêrîvanê mal wêranê
Berîyê qêr ke strana Da te nakin êş û jana Em ji tirsê qet namirin Em ji tirsê qawîmtirin Bêrîvanê mal wêranê
Gotin û Muzîk: Tehsîn Taha