Hunermend Ali Osman Abali ku li Mêrsînê xebatên belgefîlmeke li ser zor û zehmetiyên hunermendên kolanan bi rê ve dibe, dest nîşan dike ku ji bo ku ev hunerê alternatîf bê dîtin, wî ev xebata bi vî rengî daye ber xwe.
Abali, dide zanîn ku projeya ku wî meha Gulanê dest pê kiriye, niha li ber qedandinê ye û mebesta wî ya ji vê xebatê ew e ku vî hunerê alternatîf ê ji bo gel tê îcrakirin, bê dîtin.
Abali dide zanîn ku wî 15 salan şanogerî û wênegirî kiriye û çend pêşangeh jî li dar xistine. Abali dibîje, di demên dawî de li Mêrsînê hejmara hunermendên kolanan zêde bûne û ev yek bala gel dikişîne. Abali diyar dike ku ji bo ew pirsgirêkên ku hunermendên kolanan bi wan re rû bi rû dimînin û têkoşîna wan a hunerê ji bo gel vebêje wî biryara çêkirina belgefîlmê daye. Abali sê mehan komên muzîkê yên li kolanan şopandine, û dibêje: "Ez jî yek ji wan kesan im ku dixwazim huner li kolanan be."
Bi hunerekî nasandina hunerî din
Abali bi bîr xist ku desthilatdarî piştevaniya huner û hunermend nake û ji ber vê yekê hunerê li kuçeyan tê îcrakirin, qîmetdar e û wî xwestiye kuçe û kolanan ragihîne xelkê. Abali dide zanîn ku di xebata wî de 6 kom hene û dibêje, "Bi vê yekê hem min xwest ez hunera ku ew îcra dikin bidim der û hem jî di hunerekî din de cih bidim wan. Armanca me ew e ku bi xebatên xwe hunermandan bi her kesî bidin nasandin."
MA / MÊRSÎN