Bi armanca rêxistinkirina xebatên çandî û pêşîgirtina li polîtîkayên asîmîlasyonê yên di vî warî de, hunermendên Kurd ên ji Moskow, Krasnadar, Adîgey, Volgograd û Saratovê li Mala Kurdan a paytext Moskowê hatin cem hev. Di civînê de li gel pirsgirêk û kêmasiyên çand û hunera Kurd a li Rûsyayê, dewlemendiya vê xebatê jî hat nirxandin. Yek ji hunermendên beşdar Bermal Çem di axaftina xwe de diyar kir ku eger xebatên çand û hunerê yên li Rûsyayê li ser bingeheke rast bê birêxistinkirin û Kurdistan weke çavkanî were dîtin, dê hunermend hîn bêtir afirîner bin. Çem diyar kir ku asta xebatên çand û hunera Kurd di salên dawî de gihîştiye û rêxistinbûyînê li ser wan ferz dike û destnîşan kir ku pêwîste hunermendên Kurd ên li Rûsyayê çanda Kurd biparêzin.


Divê çand bê parastin
Endamê Koma Sê Bira ya ji bajarê Krasnadarê beşdarî civînê bû Rustem Îbrahîmov got, "Di çarçoveya derfetên xwe de, bi qasî ku em ji bav û kalên xwe hîn bûn, hewl didin çanda xwe bidin jiyîn. Beriya her tiştî divê em rêxistinbûyîneke hevpar biafirînin. Bi vî rengî xebatên me dikarin Kurdistanî û berhemdar bin."Endamê Koma Agirî ya ji Adîgeyê Barî Yûsûbo jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdekirina ciwanên Kurd di qada çand û hunerê de û got, "Bi perwerdekirinê em dikarin pêşî li polîtîkayên asîmîlekirina ciwanên Kurd bigirin. Ciwanên me çiqasî xwedî li çanda xwe derkevin, çand û kevneşopiya me jî wê ewçendî jîndar be."Ji Saratovê yek ji damezrînerên Koma Lorîn Ahmed Ahmedov jî girîngiya kombûna hunermendên Kurd li Rûsyayê destnîşan kir û anî ziman ku rêxistinbûyîna bê afirandin wê di siberojê de pêşî li zarokan veke. Di encama civînê hin biryarên girîng jî hatin dayîn.

MOSKOW