Çalakiya ji bo jiyan û azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Strasbourga di roja 12 an de berdewam dike. Vê çalakiyê her çiqas nû dest pê kiribe jî, çalakiyên cûrbicûr ên Kurdan bi salan in li ber parka Orangerie ya li kêleka Konseya Ewrûpayê dewam dikin. Ji wan a ku wek Nobeta Ji Bo Azadiya Ocalan dihê kirin  gelek sal li dû xwe hiştin.

Heftêya borî li Strasbourgê civîn û kombûnên 43 dewletan ên girîng hebûn. Serokkomarê Fransa Emanuell Macron jî di nav de gelek rayedar û rêveberên dewletên Ewrûpî li bajêr bûne mêvan.

Ji ber vê sedemê û ji ber rewşa rêveberiya awerta ya li Fransa li seranserê welêt çalakiyên wek, meş, mîtîng û xwenîşandan hatin rawestandin. Lê ya Kurdan dewam kir, heta mirov dikare bibêje ku sê rojên veguhestina li ber parlamentoya Ewrûpayê hîn bêtir ji bo çalakgerên Kurd bû babeta sûdwergirtinê.

Kurdan pêşiya parlamentoyê bi hendazeyî xemilandin. Li gel posterên mezin ên Ocalan alayên cûrbicûr yên Kurdan li qadeke berfireh li ba bûn. Postera ku bi ser pira li ser çemê li ber PE yê de hatibû hilawestîn, bi tîrêjên rojê re li ser avê diteyîsî û dibiriqî, dîmeneke xweşkûk diyariyê çalakger, mêvan û wisa jî niştecihên bajarê Strasbourgê dikir.  

Ji gelek deverên Ewrûpayê bi dehan sazî û bi hezaran mirovî serdana çalakgeran kir. Divêt mirov xasma vêna bibîr bixe ku ev çalakiyên Kurdan bi aliyên xwe yên perwerdehiyê ve jî gelek xurt in. Ji axaftin û hîtabê bigir heta rabûn û rûniştinê, ji têkiliya bi hevalan re bigir heta bi danûstandin ango carinan jî pevçûn li gel polîs û rayedaran ve her babet bi hûrgilî dihête bi destgirtin. Gava kêmasiyek rûbide, dihê rexnekirin, eger pirbare bibe helwêst dihê nîşandayîn.

Di semîner, panel û kombûnan de babetên cihê dihêne pêşkêşkirin û niqaşkirin. Li gel pircûreyiya mijaran jî gotina siyasetmedarê Kurd Fuat Kav ku di dawiya axatineke xwe de kirî di bîra me de ma: "Em qasid in, nêrîn û felsefeya serok Ocalan bi we digihînin. Hewla me ew e ku vî karî herî bi sefketî û baş bikin." Ango ev jî dibe diyarkirina kan û çavkaniya hişmendiya ku îro Rojhelata Navîn daye ber xwe û ber bi encameke xêrê ve dibe.

Li gel siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl gelek hunermendan jî serdana çalakiyê kir, helbet ji hunermendan qesta me stranbêj, dengbêj û mûzîkjen in. Nûçeyên piraniya wan di rojnameya me û wisa jî di çapemeniya azad de derketin.  

Hozan Şemdîn, Sosin, Diyar, Deniz û Kawa Rojhelat ku mûdavîmên çalakiyên Kurdan in û hema bigir di her liv û lebatê de mirov li rastî wan dihê, serdana çalakiyê kirin û hin ji wan jî bi demdirêjî di nav çalakiyê de man. Wisa me di vê çalakiyê de hin navên nû yên wek Rêber û Kawa jî nas kirin. Niha komeke hunermendan ji TEVÇAND a Parîsê li qada çalakiyê ye. Di nav komê de Silêman Çarnewa, Hozan Maruf, Sara, Farqîn û Şefîk Yildiz hene.

Hunermendan kilam û stranên ku birêz Ocalan ji wan hezkirîn an jî yên li ser wê hatîn lêkirin, pêşkêş kirin. Lê ji aliyê hunerî pirtir bala mirovan li ser helwêsta wan a zelal, vekirî û rasterast ma.

Hunermendên ku her yek ji wan bi qasî bîst salan li dû xebata xwe ya hunerî hiştîn, li gorî gelek rewşenbîr, nivîskar û lêkolîneran dengê dil û mêjiyên xwe wiha parvekirin:

Silêman Çarnewa: Em li ser navê TEVÇAND a Parîsê ji bo xwedîderketina li serokatiya xwe li vir in. Ji bo vê jî divêtî ye ku hunermend û rewşenbîr jî helwêsta xwe zelal bikin û xwedî li serok Ocalan derbikevin.

Farqîn: Ez şaş û metel diminîmim ku kesayitek dikare milyonan azad bike, lê milyonek mirov nikare kesekî azad bike! Bi ya min em hindek jî be hatin qanîkirin; tiştek nabe, tê gotin û em babetê li hêviya demê dihêlin. Em ji acîliyeta rewşê tênagihijin.

Sara: Divê tevlibûna me zêdetir û xwedîderketina me jî zeximtir be. Lewra bi rastî jî hebûn û azadiya serokatiyê, hebûn û azadiya me ye jî. Keda serok a ji bo me jinan mezin e. Ez wek hunermendekê dixwazim ku tevahiya hunermendên me jî werin û tevlî vê çalakiyê bibin.

Hozan Şefîk Yildiz: Divêt em wek civak û gel tevahiya jizana xwe li gorî jiyan û azadiya serok Apo sazkar bikin; divê nivîskarên me li ser wî binivîsin, hozanên me li se wî bistrên, rewşenbîrên me li ser wî biafirînin, lewra azadiya me tevlî azadiya wî bûye, bi hev re hatiye girêdan û wê bi hev re jî encam bide.

Her wisa hozan Maruf jî wiha axivî: Heta em encamekê ji rewşa wî negirin em li vir in. Em bi ti awayî dev ji serokê milyonan bernadin. Bila dewletên Ewrûpî û dijminên gelê Kurd jî baş bizanibin.