Konferans di 16’ê Îlonê de ji aliyê hunermendên endamên Saziya Çand û Hunerê ya Kurdî ya Sûriyeyê (SÇHKS) ve li bajarê Hannoverê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar di daxuyaniya weşand de banga beşdarbûnê kir. Komîteyê got; “Di vê dema taybet ya ku gelê me li Rojavayê Kurdistan têre derbas dibe, ya ku guhertinên dîrokî bi xwe re tîne, erkê hemû kesên ku vê demê dijîn zêdetir dibe û her yek li gora cih û derfetên xwe, jê tê xwestin ku cihê xwe di nava şoreşa gelê xwe de bigire û li gora hêviyên gelê xwe be!”

Daxwaz yekitiya neteweyî ye
Komîteyê diyar kir ku ; “Di bin sîwana wê yekîtiyê de em bang li hemû beşên civakê dikin ku bi awayekî sazîkirî xebat û karê xwe bi rê ve bibin. Em weke komîteya amadekar ya ku ji hunermendên Kurd ên Rojava pêk tê, bang li hemû hunermendên Kurdên Rojava: mûzîsyen, stranbêj, şanoger, lîstikvan, derhêner, kameraman, û şêwekaran dikin. Em weke komîteya amadekar ya konfransê hemî hunermendên Kurdên Rojava yên li Ewropa vexwendî konfransê dikin, her wiha jî ji bo cih veqetandina di konfransê de ji hunermendên ku dixwazin tevlî konfrans bibin hêvî dikin.“ Navnîşan: Escherstraße 8,  30159 Hannover, Roja: 16.09.2012 Dem: Seat 10:00

HANNOVER