Wekî tê zanîn piraniya hatûçûya petrolê û bi taybetî ya Kendavê bi riya vê tengavê diçe Ewropa û Amerîkayê lewre jî ev tengav ji bo Amerîka û Ingilîstanê gelekî giringe.
Tiştê ku di dema dawî de ev mijar germ kir, ambargoyên li dijî Îranê bûn. Ji bo bersivdayîna vê ambargoyê Îranê jî gefa girtina tengava Hurmizê dike lewre jî Amerîka û Ingilistanê ketin nava tevgerê û gemiyên xwe yên şer ber bi Tengavê de dişînin.
Wezîrê Parastinê yê Ingilîstanê Philip Hammond, ji bo pêşîgirtina hewldana astengkirinê ya Îranê ji bo hatûçoya petrolê ya li Kendava Basrayê, dibe ku hê zêdetir keştiyên şer bişînin Tengava Hurmizê.
Hammond bi bîr xist ku keştiya balefiran a şer a USS Abraham Lincoln ‘ji bo peyamek zelal bide’ digel keştiyên şer ên Îngilîz û Frensiyan ketine kendavê. Hammond, got: “Ger pêdivî çêbibe ev hêza dikare mudaxeleya pêwîst pêk bîne.”
Piştî Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li hemberî rêveberiya Tehranê biryara pêkutiyan wergirt, rejîma Îranê gefa daxistina Tengava Hurmizê xwaribû ku ji sedan 40 petrola cîhanê di vê tengavê de têre derbas dibe. Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) jî piştî gefa/hereşeya girtina Tengava Hurmizê di 19’ê Çile de daxuyandibû ku li hemberî vê hewldanê amadekariyê wê yên bersivdanê hene.
Gefên Netenyahû
Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netenyahu di roja bîranîna qirkirina Yahûdiyan de Îranê wekî gef li hemberî gelê xwe nirxand û got ku pêwîste em li dijî hemû hewldanên ku hebûna me tehdîd dike rawestin û tedbîrên xwe bigirin. Netenyahu biryarên Yekitiya Ewropayê derbarê ambargoya li dijî Îranê jî erênî nirxand û wiha got: di vê rojê de ji her demê bêtir cîhan hewceyî hevgirtinê ye.
Netenyahu got ku divê em ji dîrokê dersê derbixînin û wiha berdewam kir: Dema em bibînin geh û tehdîdek li dijî hebûna gelê me heye nabe ku em wiha rawestin û bê bersiv bimînin û pêwîste ku em serê xwe bi xwe bixurînin, li hêviya kesekî nemînin. Ev daxuyaniyên Netenyahu jî wekî gefên şerekî muhtemel li dijî Îranê dikare were nirxandin.
TEHRAN/TELAVÎV