Hurmuz û Şîmonî Dîrîl hevjînên hev in û li navçeya Şirnexê Elkê dimînin. Ev bûn 6 roj xeberek ji wan nayê. Kurê wan Bedrî Dîrîl bûyer piştrast kir û ragihand ku li herêmê lêgerîna wan dewam dike.
Ji Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ji Kildaniyên Şirnexê û li gundê Mehrî yê Elkê diman. Ji 11’ê Çile ve ti agahî ji wan nayê wergirtin. Hat îdîakirin ku piştî Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ji gund derketine, êdî agahî ji wan hew hatiye girtin. Ji ber ku devera gund lê asê ye, xwegihandina gund zehmet e. Cendirmeyan ji Bedrî Dîrîl re gotiye ew bi balefirên bê mirov lêgerînê li herêmê dikin.
ANHA/ŞIRNEX