Rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter di 27’ê gulanê, roja înê li Şirnexê ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin û careke din ti agahî jê nehatin girtin.


Di hefteya windakiriyan de hat windakirin

Di navbera 17-31’ê Gulanê de ku Hefteya Windakiriyan e, Rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter ji hêla “torosên spî” yên dewleta Tirk ve hat windakirin û ev 22 roj in ti agahî bi raya giştî re nayên parvekirin.

Endamê Baroya Şirnexê û parêzerê “Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê” Veysel Vesek diyar kir ku berê windakiriyên di bin çavan de, veşartî dihatin kirin, niha ev eşkere tên kirin.


Hiqûq nemaye!

Vesek eşkere kir ku li bajarên Kurdan hiqûqa navxweyî ji holê hatiye rakirin û weha pê de çû: “Êdî ji bo Kulter miraceata dozgeriyê derbas bû. Divê hiqûqa navneteweyî bikeve dewrê. Divê Komîsyona Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bikeve dewrê. Divê em meclîsê di vî warî de hêj aktîftir bikin. Divê raya giştî bikeve dewrê, Kulter li kû ye divê em lê bipirsin. Ez di wê baweriyê de me Kulter hêj dijî.”


DENÎZ NAZLIM/DÎHA/ANKARA