Niha derket holê ku li 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan tê ragirtin. 
Rêveberê DBP’ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê di 27’ê Gulanê de hate binçavkirin, tîmên taybet di hesabên xwe yê çapemeniya civakî de parvekirin ku Kulter di binçavan de ye lê ligel vê yekê jî binçavkirina wî ji aliyê rayedarên dewletê ve nayê qebûlkirin.Niha hat zanîn ku li 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan tê ragirtin. 




Şahid gotibû ‘Gumuştepe’


Li gorî kesên ku bûbûn şahidê binçavkirinê Kulter piştî ku di 27’ê Gulanê ji aliyê tîmên taybet ve piştî binçavkirinê li wesayîta zirxî ya bi navê “Şortlanê” hatiye siwarkirin û ew birine Midûriyeta Tîmên Taybet a Gumuştepeyê ya girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.




‘Piştî 7 rojan birin tumenê’


Li gorî çavkaniyekî pêbawer, Kulter 7 rojan li Midûriyeta Tîmên Taybet a Gumuştepeyê hatiye ragirtin û êşkence li wî hat kirin. Piştre jî beriya bi 2 rojan ji vir birin 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan.
Çavkaniya navbirî diyar kir ku wî Kulter dîtiye, di nezareta tumenê de ye û 9 rojên ku hatiye binçavkirin jî êşkence li wî hatiye kirin û rewşa wî nebaş bûye. 




9 roj in ji Kulter agahî tuneye


Parêzerên ÎHD’ê, malbata Kulter serî li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê, Dozgeriya Komarê, 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan û Walîtiya Şirnexê dabûn û bersiva “kesekî bi vî navî di binçavan de tuneye” wergirtibûn. 

Li ser vê yekê parêzeran miraceat li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir da ku bibe mudaxil û piştre jî doz bire Dadgeha Mafê Mirova a Ewrûpayê (DMME). 
NY û DMME, miraceat qebûl kirin û herî dawî DMME’yê ji bo ku aqûbeta Kulter ji Tirkiyeyê bê pirsîn biryar dabû. 


 ŞIRNEX